December 14, 2008

Xizan Şîlan

Min li xewa tarûmar, di xewna xwe ya gerok de dil girtibû. Dimeşiyam û dibeziyam bi gavên mereqdar, bi çavên evîndar ku bighêjim wê û ji nêzik ve bibînim. Mereqek hebû di dilê min de, mereqa dîtina bejn û bala delaliya wê. Min hesret dikişand, hesreta sewdayê, hesreta dîtina melûliya awirên çavên wê….