September 2008

ji bo danasîna berhemên nû, asankirina lêgherîna jiyan û berhem û çalakîyên jan Dost malpera jan Dost îro dê di xizmeta we de be.
hêjayî gotinê ye ku hunermendê Kurd Miço Kendesh barê Disigneriya malperê hilgirtibû ser xwe û ew bi rêvebir.

www.jandost.com

Arjen Arî

Di wextekî ku lehengên çîrok û çîvanokan: dêwên heft serî, merivên ku ferên aşan bi lingên wan ve, mêrxasên ku bi şûr û mertalên xwe zîhê-mar dikuştin, dîkê ku seba libek dahn diçû şerê pîra dudiran…şûna xwe dan lehengên civakî; û pê re hizr û xeyal jî weke zarokên bi pêya ketî xwe…

CD-eka kurdî li ser aştiyê û biratiya cuhû, ereb, dirûz û çerkes li Îsraîlê
taze derketiye. Di vî karê hunerî de 10 muzîkjenên ereb û cuhû beshdar
bûn.
Xebata CD ya bi kurdî derketî ji aliyê, Koma (Shelom)´ê ya ji bo hunerên kurdî, Deng: Beshîr Sebrî Botanî û Galî Shaxam, bi alîkariya hunermendê Îsraîlî Ronên Surçî:…

Melevan Resûl

Şaristaniya miletan bi metodên renga reng têne avakirin , helbete ew şaristanî bi serê xwe nikare xwe ji pêmaya mirovanî bibire , gerdûn weha hemî bi beşdarbûn û çavkaniyên cor becor tê xemilandin , di qûnaxên kevn û serborî de çavkanî hemî diherikin ser hev û her miletek li gor hoyên xwe yên…

Ji bo helbestvan, nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa

Berêzan!
Di 22 .10. sala 1993 an de çend nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, ROJA HELBESTA KURDÎ li darxistin. Ji wê salê de, helbestvan û nivîskarên me li welêt mîhrecana helbesta kurdî vedijînin.

Li ser vê şopê jî, di sala 2002 an de helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li Almaniya…

Sîrwan Qiçço

Sînga te bûbû
Lîstikgeha birînên
Biyaniyê !
Ezê binivîsim… lê çi ?
Ji te re çîroka heyva
Wendayî binivîsim?
Ji te re bûyera kevoka
Birîndar binivîsim?
Yan çîroka xaça çêkirî..!?

Ne pêwîste..
Tu dizane ezê çi bêjim.

Belê… ew keça neh salî,
Hîn li xwe digere ji dema
Ku ji dayika xwe bûye!
Parsa nasnameyeke
Ewropî dike!
Kolanên Brûksêl
Dipîve
Û pêre digirî!

sirwankajjo@gmail.com

Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Li Daiykbûna Güney
Di Şefeqekê de ji Şefeqên buhara nerim û pir bi xwinav ; û li gundekî dûrî cîhana serdemê bi navê Yenîcê, nêzîkî bajarê (Adena) li başûrê dewleta Tirkiyê, qîjîna zarokekî sawa di malbateke kurdî de, feqîr û belengaz hat…Lê tevî feqîrî û çetnahiya jiyana rojane jî, dîsan xweşî û şadî…

Komîta amadekar a mehrîcana 13an ya helbesta kurdî li Sûriye beryara çapkirina helbestên di mehrîcana 12 de hatîn xwendin da û çapkir , pirtûk ji 70 rûpelî û bi qapekî qeşeng derçûye , îro di nav destên xwendevan û helbestevanên kurd deye , em bi hêvîne bibe cihê dilxweşiya we .
Ji bo pêwendî û şandina…

Xizan Şîlan

keser û nalîna
li ser dilê çemê qeşa girtî
hêrsa pêlên bahoza
hinavên dîn û har
xemgîniya şewqa finda lerzok
malwêraniya kevokên baskşikestî
jiyana li nav tirs û gumanê
werin ji min bipirsin

di gola nermebaranê de
lêvên ziwa û qelişî
li hingura çolistanan
nêçîra henasa masiyan
kemîna îxaneta rûreşiya hovane
jiyana gerdûna nependî
ken û şadiya
li ber bayê dilreşiya zaliman
têkçûyî
werin ji min…

Ismaîl Hemê

Diyare ko rêjîma Ba`is ya ko bi dehê salan bi alavên zor, sitem û hêzên ewlekariyê di bi navê “Barê ne asayî”de civaka Sûrî kontrol kiriye, û mafê mirov perçiqandiye û bi hezaran kesên çalakvanên siyasî û bernîgar, bê sûc û sedemên rewa, zindankiriye, wê hîn û hîn di bikaranîna şêwên tund û…