September 10, 2008

Melevan Resûl

Şaristaniya miletan bi metodên renga reng têne avakirin , helbete ew şaristanî bi serê xwe nikare xwe ji pêmaya mirovanî bibire , gerdûn weha hemî bi beşdarbûn û çavkaniyên cor becor tê xemilandin , di qûnaxên kevn û serborî de çavkanî hemî diherikin ser hev û her miletek li gor hoyên xwe yên…

Ji bo helbestvan, nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa

Berêzan!
Di 22 .10. sala 1993 an de çend nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, ROJA HELBESTA KURDÎ li darxistin. Ji wê salê de, helbestvan û nivîskarên me li welêt mîhrecana helbesta kurdî vedijînin.

Li ser vê şopê jî, di sala 2002 an de helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li Almaniya…

Sîrwan Qiçço

Sînga te bûbû
Lîstikgeha birînên
Biyaniyê !
Ezê binivîsim… lê çi ?
Ji te re çîroka heyva
Wendayî binivîsim?
Ji te re bûyera kevoka
Birîndar binivîsim?
Yan çîroka xaça çêkirî..!?

Ne pêwîste..
Tu dizane ezê çi bêjim.

Belê… ew keça neh salî,
Hîn li xwe digere ji dema
Ku ji dayika xwe bûye!
Parsa nasnameyeke
Ewropî dike!
Kolanên Brûksêl
Dipîve
Û pêre digirî!

sirwankajjo@gmail.com