September 7, 2008

Xizan Şîlan

keser û nalîna
li ser dilê çemê qeşa girtî
hêrsa pêlên bahoza
hinavên dîn û har
xemgîniya şewqa finda lerzok
malwêraniya kevokên baskşikestî
jiyana li nav tirs û gumanê
werin ji min bipirsin

di gola nermebaranê de
lêvên ziwa û qelişî
li hingura çolistanan
nêçîra henasa masiyan
kemîna îxaneta rûreşiya hovane
jiyana gerdûna nependî
ken û şadiya
li ber bayê dilreşiya zaliman
têkçûyî
werin ji min…

Ismaîl Hemê

Diyare ko rêjîma Ba`is ya ko bi dehê salan bi alavên zor, sitem û hêzên ewlekariyê di bi navê “Barê ne asayî”de civaka Sûrî kontrol kiriye, û mafê mirov perçiqandiye û bi hezaran kesên çalakvanên siyasî û bernîgar, bê sûc û sedemên rewa, zindankiriye, wê hîn û hîn di bikaranîna şêwên tund û…

Xalis Msewer

Mele Mihemedê Palo, li gunndê (sere çûr) li qeza palo, li kurdistana bakur, sala 1920
an de, çavên wî bi ronîka dinê şah bûne. Bavê wî di sala 1925 an de, giyanê xwe li afêrê xwe vegerandiye, û hê temenê wî(5) salî bû, û feleka malik wêran terîşa xizaniyê bi dilovanî li serê wî…