June 23, 2008

Helîm Yûsiv

Pirtûka yekem: Tê bîra min -Heznî Haco – Avesta 2007Istanbul
Nû ev pirtûk kete destê min, min bi mereqeke mezin xwend. Tê de serpêhatiyên jiyana kesekî ku di dilê giringtirîn bûyerên dîroka kurdan ya nû de jiyaye cih digrin. Qala hevdîtinên bi dehên kesayetiyên siyaset û edebiyata kurdan dike. Ji mele Mistefa Barzanî bigre hetanî…