May 10, 2008

Konê Reş

Ezbenî !
Her êvar, ji tariya şevê ve em dikin hawar û dibêjin; Em westiyan…Mîna çiraya li ber bahozê em vedimirin… Em bûne mîna wî pizotê ku di tifikê de, bê guhdan hatiye jibîrkirin… Her êvar em dixwazin bigrîn, lê berbang rê nade û giriyê me dispêre evareke din… Ezbenî te bawer dikir…

M.Berazî

Ew çi roj bû pismamê delal,
Ew çi bêtar bû hevalê şêrîn,
Ew çi mirin bû birayê hêja,

Ew tevde di rojekê de bûn , roja înê, îna reş 11.05.2007 li nêzikê katjimar 12 nîro, dema ev bêtara ha bi serê zarok, jin, xûşik û bira, pismam, heval û dostên te de qewimî. Ew rojeke reş bû…