May 1, 2008

SALIH DEMICER

Êdî divê bizanin ku
Heye li vir
Çinarek e seyr
Rehên wê ji hişkbûnê bêparin
Heye li vir
Çivîkek e cegerdar
Serma û bayê tûj
bi baskên wê nikarin
Karxezalek e dilbijokî
pêgên hedan û dilrûniştinê dişopîne

di newalên qeşagirtî de
nalîna wê
vedeng e ji bêhnên geş û…
azadiyê re
êdî divê bizanin ku
bi qamçiyan
qamîşên te nakevin
evîndara jiyanê û…
xwediya wî giyanê
ku…

Dilêşê kurd

Di hin malperên Kurdîde , berî çend rojan ( Mihemed Hemo ) gotarek belav kiriye navê wê bi qerf û bi pêkenîn wisa nivîsiye : ( Şivanê Kurdistanê li Monîka siwarin ) ,bi rastî gelek caran navê vî nîv-nivîskarî min di hin malperan de xwendiye , û mi dengî vî nvî-rojnamevanî di hin Telîvizonên…