April 2008

Dr.Zara Brahîm

Berhemekî nû tevlî pirtûkxana kurdî bû, bi taybet ya beşê rojavayê Kurdistanê.Bîranînên Dr.Heznî Haco yên ku di 2007an de hatiye weşandin dibin navê ( Tê bîra min ).
Bêguman ev cihê kêfxweşiyê ye û zengîniye bo wêjeya kurdî, çikû ew ne tenê serpêhatiyên kesayetî ne, lê belê dîroka gelê rojavaye wek civat û bizava siyasî…

Di roja 22 ê Nîsana sala 2008an de, 110 sal di ser weşana yekemîn rojnameya kurdî(KURDISTAN) re derbas dibin. Ev rojname stêrka pêşî bû ku rê li ber rojnamevaniya kurdî ronî kiriye.
Rojnamevaniya kurî li Sûriyê jî li ber vê roniyê pêkên pêşî avêtine, lê mixabin ta îro roj jî ew di rewşeke zor…

Ronî ELÎ

Birûsk vedin..
Tav reş bibin ..
Xurmîn û gurmîn bi hêz bibin..
Li newalan Av rêz bibin
Cerg û hinav werin sotin
Dev negerê bi yek gotin
Lê di dil de evîndarim

Rû reş bibin
Ser xweş bibin
Gulên evînê beşbibin
Tazî bibin nexweşbibin
Ku dil badin bi hovberî
Pêre têkevin berberî
Evîn bibe guneh û şerim
Pêwendî nemînê herdem
Lê di dilde evîndarim
Dil dîl bikin bi huner
Êrîş…

Xizan Şîlan

ez
li derûniya jiyana kambax
laşê ber devê
dilşadiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya şevistanên bizdonek
hesretkêşê li nav koçberiyê me

giyanê min
li taristana şevê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li şefaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di…

Tengezarê Marînî

Daku sirûdên te adareke sêgulî bilorênin, sê dilopên helbestê sûndeke aşiqane li goristaneke bênavnîşan- navê wê
Qamişlo ye- verêsin, çend xewn û xwezîkên derengmayî dê bişkuvin.
Em dibûn berfeke nuxumandî, ji pêlên bahozeke di nav jiyaneke bihî de.
Di bedena xwe de, me çîrok bi hêsiran diguvaşt. Li rojeke bi dîrokê hilçenî, me şîna xwe…

Nivîsîna: Dilşêr Husên*
Wergerandin :Diyar Ehmed

Di ristezincîrên Erebî de ji me re hatbû naskirin ku naveroka wan ristezincîran li ser dagîrkariya Firinsî û Engilîzî ji welatên wan re di axivîn, hin carên kêm li ser dagîrkariya Israîlê ,û di vê dema dawiyê de li ser dagîrkariya Emerîkî ji Iraq û Efganistanê re jî di peyvin.Lê…

Hewlêr–Kurdistana Îraqê

Li Dihokê, herêma Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan ji aliyê weşanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û belavkirinê. Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka kitêbê…

Piştî bi oxirkirina avdara şad û şîn,û piştî newrozeke bi xwîn, koçika Qamişlo ya çandeyî xelekeke dîtir tevlî xelek nameya xwe ya berdewam kir û şeva hicranê bi hunermend û awaz daner mamoste HISÊN TOFO re li darxist .
Koçika qamişlo ya çandeyî êvara 6/4/2008ê ji jînkirina şeveke foliklorî re terxankir , bi amade bûna gurûpek…

Zamdar Zindî

Weke em tev dizanin ku, hebûna netewa Kurd li Sûriyê li ser axa xwe ya dîrokî ye; ne penaber û ji hindikên gelê Sûriyê ye, ji kok û pergala dewletê ye. Di pêvajoya dewleta Sûriyê de gelê kurd baca avakirin û berdewamiya wê pir giran daye, digel wê jî deslatdarên Sûriyê, ew bi zor…


Welatê me

Di roja 7/4/2008 seet 16.26 an li gor dema Uropa, girûpek ji hackerên tirkan derbasî beşek ji rûpela kontrola malpera amude.com bûn, û karîn berê serdançiyên malperê bidin malpereka propagandayê ji tirkan re, lê rêveberiya malpera amude karî piştî demek kin carek din berê serdançiya ji wê malpera tirkan vegerînin malpera amude, lê ta…