April 24, 2008

Hozanê Girkundê

welatekî sitembar
kirasê bin destiyê
li xwe zîvar zîvar
kir û ber bi asoyekî
winda hêdî hêdî
hilkişîya belkî dikaribe
li wêderê bihnek
ji azadîyê li ser rûpelên dîroka
mirovatîyê wajo bike
û bi afirîne

welatek ji demek dirêj
govenda bûyeran saz dike
li pênas û navê xwe di gere
di nêv mija nîgaşên xwnade
di be mîna rewrewka leylanê
li pê dûmana hêvîyan tîdar…