April 11, 2008

Di roja 22 ê Nîsana sala 2008an de, 110 sal di ser weşana yekemîn rojnameya kurdî(KURDISTAN) re derbas dibin. Ev rojname stêrka pêşî bû ku rê li ber rojnamevaniya kurdî ronî kiriye.
Rojnamevaniya kurî li Sûriyê jî li ber vê roniyê pêkên pêşî avêtine, lê mixabin ta îro roj jî ew di rewşeke zor…

Ronî ELÎ

Birûsk vedin..
Tav reş bibin ..
Xurmîn û gurmîn bi hêz bibin..
Li newalan Av rêz bibin
Cerg û hinav werin sotin
Dev negerê bi yek gotin
Lê di dil de evîndarim

Rû reş bibin
Ser xweş bibin
Gulên evînê beşbibin
Tazî bibin nexweşbibin
Ku dil badin bi hovberî
Pêre têkevin berberî
Evîn bibe guneh û şerim
Pêwendî nemînê herdem
Lê di dilde evîndarim
Dil dîl bikin bi huner
Êrîş…

Xizan Şîlan

ez
li derûniya jiyana kambax
laşê ber devê
dilşadiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya şevistanên bizdonek
hesretkêşê li nav koçberiyê me

giyanê min
li taristana şevê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li şefaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di…