March 25, 2008

Demhat deriki

Tirs ! tirsa ji wê dûriya dûr ji wê nêzikiya nêzîk Ku di nava me de rê û bajarên gorên miriyan avakirî..Wargehên artêşa bizdonek goristan di hembêza me de bi cih kirî.Heta kengê yê taca bê dengiyê li serê te beû asîmanê bûyî şevistan şûrê destê te be.Heta kengê tu yê me hînî …

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Bê pêşgotin û serdorên kin yan dirêj, piştî ku sê ciwanên Kurd li kolaneke sengera berxwedanê, Qamîşloka kurdistanî bi destên karmendên dewleta nijadperest di roja 20.03. 2008 de hatin pakrewankirin. Piraniya partiyên tevgera me ya azadîxaz 1-Eniya dêmokrat ya kurd li Sûriyê.2-Hevbendiya dêmokrat ya Kurd li Sûriyê .3-Komîta hevgirêdana kurdî. 4-Partiya dêmokrata kurdî…

Ronî ELÎ

Tevî dizanim
Koça dawîne
Nikarim dilo
Xatir bixwazim
Tevî dibînim
Qîr û ahîne
Nikarim yarê
Dil jê vekşînim

Soza min hîn ew
Simbola jînê
Silogan ew e
Şehîd namirê
Nêrgiza mine
Di çemê dile de
Torînê xwîna
Barzanî hilda

Tevî dizanim
Rê hîn dirêje
Nikarim yarê
Destên te berdim
Tevî dixwînim
Ev roj Avdare
Nikarim canê
Dilkê te derdim

Hembêz biçûke
Lê bar girane
Destan dirêj ke
Ew ne razane
Li benda tene
Da bilîlînî
Destên te bigrin
Ger tu biçînî

Ewin jibo me
Xetîra rojê
Dixin destên…

XEMGÎNÊ REMO

Avdarê …
Dîsa wekî her car
Te kezî û biskên xwe
Li destpêka buharê
Vekirin
Û pora xwe
Bi xwîna çend hevendan
Şiştin …
Te dîsa dil û cergê
Çend dayîkan biriştin …?

Kolanên qamişlo
Bi avê nayêne şiştin
Şaredarî lê razayîye
Tenê nêçîrvanên tarîyê hişyarin
Û dem dîsa
Dema nêçîra kewaye …
Di şevên newrozan de
Gulên ji xwînê diişkivin
Û govendî yên me
Li van kolanan
Ji hilm û…