January 19, 2008

Birêzan; Gelî hêjayan:
Ev dem û hemû demên we xweş bin.
Em we agehdardikin ku niha em mijûlî berhevkirina rêberekê berfireh û giştî ne li dor malperên Kurdî, ku ewê weke pirtûk bikeve ber destê xwendevan û bikarhênerên internêtê. Ji bo vê armancê jî: ji aliyekî bi merema zengînkirina vê pirojê û ji alîyê din ve…

Ebdisemed mehmûd ( bavê helbest )

Xweziya mafê temen neba
Xwezya ew mêrxasî heba
Tirsa min şûrê civakê
Wê evîn ana berze ba

Xweziya min karîba bêjim
Ji herdû çavan dirêsim
Evînek serketî sipî
Wê bask û perê min heba

Xweziya ev dil biba firok
Yan girover biba gilok
Li ber ba li ber bahozê
Minê ew jê re şandiba

Xuezya li paşbana dîrok
Nû li min…