December 6, 2007

B.QASIM

Dilberê îro ceger agir bi xwrtî wî disot
Sed hezar car tête sotin bê xwedan her min digot
Bê sebeb gal gal di gotin pir mixabin eþkerî
Lê dizanim bo çiya azare canê min pizot

Dilberê ava zelala kî dizanêt xweþtirî
Bisk û zulfan tû feþêre pir hene ew miþterî
Xwîn ji dil ger tû bizanî wek sûlave ez benî
Her…

Narîn Omer

Bêje min
tu Agirbazî
Yan tu Cadoyê
Fir,ewnî?!
An jî te
kopalê Mûsa
Veşartiye ?!
min Sond di dan
ez
Evîniya te
Di rayên Hizirê
Xwe de
Bi çirmisînim

Dêmen û
Nîgaşên te
Ji tûrika
Bîranînên xwe
Bi firînim
Lê mixabin
Sûndên min
Beyhûde diçin
Gava ez te dibînim
Dîtinek bi lez û bez di
Rûpelên
bîroka xwe de :
Çaxê şahê mirinê
Zora min bi be
Di kefteleftek
bê nermayî de
Bi yek dengî
min bi axêve
Çawa ezê serî
hildim û
Zora şahê bê…