Ebdilmecît Şêxo
Ewî gote min : Vîrus ketiye kompiyotera min, ez nikanim ramaneke din binivîsînim, bi ser de jî, ez nexwaş im.
Min gote wî:Derbazbûyî be, lê tenê xwdayê mîhreban, te ji Vîrusa ” EZ” biparêze biraaaaako!
Almaniya 2006
Husên M. Hebeş
Pirs
Carekê ji Gurekî pirsiyan
Çima diranên te wisa tûjin e?
Got:
Ji ber ku tenê bi Berxan diramin!
Aramiya ji tirsê
Di Çîrokê de
Gur li nav daristanê rastî keça kumsor tê
Wê ji rê dêxîne
Û di pişt re jî wê dadiqirtînê.
Bi vê çîroka pirr bi tirs
Herdu zarokên min bi aramî û bê tirs radizin!!
Xewnên berxan
“3” Berx li bin…