November 20, 2007

Hevpeyivîna: Besam Mistefa

Cîhana Qadir Qaçaxî ya helbestvanî û pêşmergayetiyê tije ye bi dîmen û wêneyên ciwan û şêrîn. Di nav pêşmergayetiyê di xwendingeha Barzaniyan ya niştimanperwerî û netewayetiyê de mezin bûye û hatiye perwerdekirinê. Gotarbêj û hozanvanekî bihêz û peyivxweş e. Ji kaniya zelal ya hozana kilasîkên Kurdan vexwariye û çêj ji helbesta nûjen jî…