November 1, 2007

Ebdilsemed mehmûd (bavê helbest)

Namak hatî ji biyanê
Şêrîna te bê beryare
Salixê wê namê reşin
Şîn û girî jê dibare
Bi hêsire bi kesere
Ziman tûje bi cegere
Girtîgeh li hêvya wê ye
Li firgehê ger vegere
Bilinde şêrîn dilpire
Ji sitemê dijwartire
Evîndare lê bawere
Rêka welat mezintire

Bayê kur
Ji meyxana berfê
Bi gur gur hat
Bi bager û bahoz
Weşandî pelê roja
Şadî çilmisî
Qîrîn ji ferat hat
Rawestiya
Rehê xernûfê…