September 18, 2007


Saher Elbaedrî

li Dawetê min dî
keçikek ji min re dikene
min zanî ku ev ji
nîşanê hezkirinê ne
hat û hat û nêzîk bu
li min sar û gerim bu
agirê dilêm xweş bu
û ew hê ya li cem mine…

destê xwe dana ser dil
û gote min netirse
wê vemirand ew agir
got ezim li te dipirse
got min gelek te hezkir
silav navê min gûlçine…

silava…

Hozanê Girkundê

Dîrok xewnedare
Bo jinûve bi şewla berbangê
Xwe bike dildarê jînê
Bo çîrokek nûjenîyk
Libejna hêvîyan diyarke
û jibîrbike êşên li birînê…

Dîrok daxwaz dare
Go riwê salên rû reş
Bi qevdên gotinan
Liser tevna bê dengîyê
Raxînê..
Dîrok demijmêra girtiyekî
Diljar li asoyên rûpelên riziyayî
Hêdî hêdî di xwînê…
Dîrok mîna destare
Bûyerên mirovatiyê
Omîdên penaberan
Peyama şoreşgeran
bi ximavya pênûsê
Ve dijînê…