April 2007

(Ji giyanê Dûaa , Fatîma û xuşkên wan re)
Bêwar Brahîm

Ji ber ku evîn û azadî , du damarên hestyarin di dilê jiyanê de , ta bi mirovên xerab jî nikarin giyanê xwe ji van her dû dmaran bê par bikin .

Boyerên li ser evîn û azadîyê di jiyana gelan de bê pîvan…

Bi boneya salvegera bîranîna (cejna mamostayên zimanê kurdî) , Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî , di 26 – 4 – 2007 an de , şevbuhêrkek toreyî li darxist ji mamosta (Rêwî)* re

û bi vê helkeftinê mamosta Rêwî cejna hemû mamostayên zimanê kurdî li her derê pîroz kir û gotarek dûdirêj xwend li ser dîroka…

Siyamed Sîpan Ugurlu

Her civak rengê xwe bi dewlemendîya çand û zimanê xwe yî ku bi çerxa dîrokê xwe pêşde xistiye û li ber bayê dîrokê ketiye, nî?anî hebûnên li ser rûyê cîhanê dide. Ziman mirov dikare wek „Amûrê“ xwe lêvkirina civak û gelan bi nav bike.

Ziman şaxê herî mezin yê çandê ye, ku…

Bêkes Têlo
bekes_tello@hotmail.com
Binivisînim navê te
Bi destê xwe
Ser keskesora esman
Ger carek gihamê,
Dikolim….rehên ziwa
Dara papîran
Zîve rojek
Dît nivşê nû,

Îro xweza …bîranîn da min.
Mîrê min
22 ye Nîsanê
neqşek
bi dilve….çivikê azadiye
Ji tenîya dîroke pi?kivîn
Peyv

Mejî
Bi borîna Haware.
Mîrê min
22 Nîsanê
ramanek ji te kete
erdê
û dar nûvejîn…
çav vebûn
min dît gulîstana jînê
û çermê xwe parast
bazdidim bigihm çavkaniye,
Mîre min
Ji her bûharek silavek
Û ji her lêvek ramûsanek.

Weka li ser gellek bermayîyên dîrokî yên Kurdistanê, eve nêzi çar salan e ku li ser Qeleya Bidlîsê bi awayên nihênî kolanên arkeolojîk tên kirin.
Em tu carî ji caran bawerîyê bi van “lêkolînên arkeolojîk” ya ku ji bal Komara Tirkîyeyê ku bi tena serê xwe dike ve nayênin.

Nîyet û armancên kolan û lêkolînên veşartî yên…

Selah Mihemed

çima ez bê nasname û xak
ta niha mame ??
çima ez heme ?
lê tuneme !
windame … hejarim ..
perîşanim …
melûlim .. kesîrame …
çima .. ?
bê deng .. û wêne …
û xame me .. ?

çima .. ?
bi çiya .. û .. de?t
av û kanî
kum û koloz .
lê ewarame !!
çima …..

Konê Reş

Her ku ez Hawarê an Ronahiyê an Roja Nû dixwîn im û berpêl dikim, tiştina nû di nav rûpelên van kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan bi dûv xwede ji me re hiştine hiştine dibînim.

Vê carê, ez li Roja Nû vegeriyam û min ev gotarê li xwarê, ê mîr Celadet Bedirxan xwend….

Besam Mistefa

Her sal li her çar parçeyên Kurdistanê roja 22 Nîsanê salvegera rojamegeriya kurdî tête lidarxistin û şahî û seyran û semînar û lêkolîn têne kirin bi vê boneya pîroz.

Sala 1898an, mîr Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîrê paytexta Misirê yekemîn rojnameya Kurdî bi navê-Kurdistan-di roja navhatî de derxist ku bû mîna roja zayîna rojnamegeriya…

Parêzer: Xelîl Sasonî

Emer Xerzan – Emer ê Mistefa yê Eliyê Ûnis e- Ew li herêma (Xerzan) di sala 1922 an de, hatibû dinyayê . Piştî ruxandina serhildana (Sasonê) dijê rêjîma -Kemaliyan- Li Tirkiyeyê, Emer û gelek kes ji malbata xwe (malbata Eliyê Ûnis)

di sala 1937 an de, binxetdibin Kurdistana Sûrî. Li vir,…

Ibrahîm Ebdî (Keser )

Em mendalin mendalin
Em pir naz û delalin
Kulîlkê nav baxane
Rew?a hundir û malin

* * *
Em mendalê cîhanin
Gulê bax û bistanin
Omîd û hêvya we ne
?agirtê dibistanin

* * *
Werin gelî zaroka
Zarokên wek bîhoka
Bo a?tiya cîhanê
Bifirînin kevoka

* * *
Divê ku?tin nemîne
Cîhan paqij bimîne
Bi dil?adî em bijin
KESER wilo dibîne
* * *