March 6, 2007

Radio Flora, Destpêşkariya navenda çanda navnetewî,
Navenda Kultûrê FAUST û Komîta kurdên Hannover We vexdixwênin şeva rojnamegerî û ragehandina Kurdistan û helbestxwendinê ji:

Rojnamevan û nivîskar Behjet Alî Hirorî: Sernivîserê heftenameya EVRO
Rojnamevan û helbestvan Kamîran R. Mîrxan Berwarî: rêvebirê rdiyo ya Dengê Kurdistan
Nivîskar û Helbestvan Edîb Çelkî
Dem: 07.03.07
Seet: 18.30
Li:
Warenannahme
Zur Bettfedernfabrîk: 3
30451 Hannover

Keko

Dayê dergûş û hêlîn dayê
Dayê gotin hingivîn dayê
Dest û sîng ji mir livîn dayê
Dikirim xewa şêrîn dayê
Li ber me dikir şevîn dayê
Dayê dergûş û hêlîn dayê

Daya min can û pîr bû dayê
Gewr û reş û bedew bû dayê
Bêrîvan û palebû dayê
Hin xatûn û cêrîbû dayê
Tim belê na tune bû dayê
Dayê der…

Birê min dilorînê dayê
Xwşka min…

Narîn metînî

Di bêdengiya demêde ….
Nameyek binefşî şand ….
Şûn û bêzarî belavkir …..
Rûyê jiyanê guherî …….
Bayê narvînê … li Mîdya rabû

Buhara tayen talankir
Cîhan lê kir payîz
Pelên hêviyan hatin weşandin
Agir bi sûrişta rengîn xist
Sawêr û leylan wendabûn
Xewne roja min vemirand
Jîn disoje … pereng û dojeh
Roja evînê çû ava
Rûndik hemrîn ji cava
Xwelî û arî bariyan
Şev tarî…

xandî tîşê

bi jiyanêre li ser pelê pirtûkan
bi dîtina sala
hezar û nih sed û heştê û heştan
hêsir barîn
ji çavê helebçe
*** *** ***

bûhar tirsî
bi dîtina awra reşî tarî
mirin bi konê xweyî reş
xwe berda
nav mal û erd û zozan
barî agrê dijmin
bi ketna bombeyê derman
hejandin erd û çîya…