February 22, 2007

Elwan Şivan

Roj li ber sikratên êvarê dicê
Di xwintewrandina asoyan de
ku bi ser kenaran de
xwe ber didê

Destê shev
Pêlên shevê
û tariya kenarên windabûyî
Mîna konekî bê sitûn
Ku tinebûna sînoran
Derbas dike
û shev li shevê dikerê

Bablîsok
Bayê ku diherkê
Ji dil û kezeba shevê
Hêviyên bendewar
ji bablîsokan bûn beyar
û peyvên bê tov
Di lêvan de diseridin

Poshmanî
Veqetandina min
ji ref û mana li shûn…

Elî Kolo

Derya dilĕ min bũye av ũ ar
Vîna dilĕ min bũye xwînek sar
Dĕ ezĕ çibkim bi vî çavĕ jar
* * *

Sema ũ dîlan tevde hatin xwar
Keçka dilĕ min hatiye bĕ zar
Dibĕ rabe bes gura goştĕm xwar
* * *
Ji lĕvĕ mi bir ew kesĕ wek mar
Şĕranî tev çũ ji sîngĕ hat xwar
Nema bũ kesek…


Narîn Omer

Bese ez di xewneroja de jî te dibînim
piştî min sedema dūrketina
te ji xwe vehūna
ji galgalên nikamîxwaza
va ez eşkere dikim xwîyanî

îro
ko ez baēa şaşîtîya xwe
der mafê te de didim ū
pūşmanîyek mezin
ji derya hestên te diweşînim
lê jibîrneke
tu jî wekî min gunehbarî
demê te bergehên bihîstina xwe
vekirin li ber
hest gemar ū sitemkara
dîsa omîd ū nîyazêmin ji te hene
ku…