January 6, 2007

Salih Bozan
Salihbozan@yahoo.com

Reşo xwe dît ne dît şivan bû, ji zarokiya xwe de kete ber vî karî. Hîn salên wî ne gihîştibûn heftan çû ber kar û berxan.
Ji tavsorka sibê de, diya wî deng lê dikir: law Reşo..ji xew rabe, kar û berxên gund ji kozên xwe derketin û berve zadan direvine, zû here wan vegerîne,…