November 10, 2006

Ji dora du hefteyan ve ye ku , piştî pêşkêşkirina projeya destûra herêma Kurdistana Iraqê ji bo gotûbêj û goftûgokirinê ya ku heta niha di nav jîngeh û elîtên siyasî û rewşenbîrî-yên micid bi taybetî- tenê de û di tengtirîn çarçove de maye , di dema ku diviya bû piştî danîna forma wê ya kotayî…

Hewlêr-10/11/2006

Hijmara nû ya (22) an ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî wê mihane li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana-Iraqê derdixe, kete ber destê xwendevanan de.

Gelek gotar û lêkolînên hizrî û wêjeyî bi herdû zimanên erebî û kurdî ciyê xwe di hijmara nû de digirin.Ji bilî sergotara ko bi navê”Ew e…

Silêman azer

Xwezî 1

termê xwe bixweziyan
pêçabû
peravên bajerekî
hêc dikirin

Xwezî 2

vedengên winda
ji xweziyên te
xewa bêdengiyê
kerkirin

Xwezî 3

ji zayîna xweziyan ve
laşê min bendek
û pêçeke
ji hejandina wan re

şev 1

welatek
di tûrikê
penaberiya xwe de
dihilgirt
bû reşkê şevê
ser sînoran

şev 2

yê dergekê şevan
vekir
di şopikên wê de
winda çû

yarê 1

yarê
li ser kenarê bêrîkirinê
torên nerînan
dihilweşînin
demên westiyayî
ji bendewariyê

yarê 2

yarê
keziyên ku ji ber pencên
bahînekê
direvin
nêçîrvanê
xilmaşiya şevê minin

Welatê me

Li roja Înê 3-11-2006 ê,çend xortên nenas û devliken wek ji zar û zimanê wan yê Erebî di hate zanîn ku ji parêzgeha Helebê ne. sibehekî piştî cejna Remezan û baranê hatin bajarê Dêrikê û di kiryarek hîlebazî de xelkên bajêr xapandin

bi hatina xwe re çûn li cem şêx Mesomê Şêx Mihemed Nezîrê…