October 3, 2006

Xizan Şîlan

serpêhatiyên nependî
di dirindeya daristana giyanê min de
veşarti
xem û xeyalên bizdonek
li tenetiya şevan
tên pêşwazîya min
di bêhntengiya xwe de

 

têm guvaştin
mij û dûmana erjeng
deşta mêjiyê min
girti ye
aramî û hêviyên min
li talana jiyanê
dîl hatin girt in
min
bêçaretiya keştiyê
ber bi kersaxa asîmanê xwe ve
zivirand
berê xwe ber bi qibleya laleş ve
diguhêrim
li şevereşên şilf û tazî
rondikên çavên Dilberê
diniqutin
dilê min yê birîndar
nîgara Dilberê
li…

Konê Reş

Wek ku diyare di roja 13/11/2006 an de, 46 sal di ser şewata sînema(Azadî)re li Amûdê derbas dibin. Ew sînemeya ku di roja 13/11/1960 î de, 280 zarokên kurdan têde hatin şewitandin û ku ku îsal 78 sal di ser roja jidaykbûna lehengê wê sînemê re, Mihemedê Seîd Axayê Deqorî re dibuhire….