July 19, 2006


Dildarê Mîdî
Dildar66@hotmail.com

Pîkaso:

Hevalê delal
dostê aş‏tî xwaz

mirovê mirovan
evîndarê evînê
aş‏iqê jinê
ka were ,were
were bibînê
ka ev çi jine

ev çi mirovin
çi reng mirovin
ev çi cîhane
ev çi dûmane
mij û morane
ev çi lîstikin
ben û ristikin
me hembêz dikin
ka were cem min
ji tere mêjim
ji min netirse
Ez ne xwîn rêjim

Carkê wer
dîsa vegere
te nafroş‏im
bi komê pera
ne Ewropîme………..
nE asyewîme………..
nE EfrîQîme………..
nE Emrîkîme………..
ne wek kesîme……?
Wek tu devera……?
Dê were…