June 19, 2006

Lawkê Hacî

dîsan hest ên birîndar hişyar dibin
Birînin nû derbasî dîrok a xwe dike
Tîna dil
kelkel a rokê di hinavê xwe de himbêz dike
keştî yên mirovantiyê
li berdîlav ên mirûzî yê vediwestin
rondik ên bi keder diçinin

bang û qêrîn….
ji wêne yên dêm ên dayikan
ji tirsa di çav ên zarokan de
bi xwîn a pakrewan ên azadî yê
namek…