May 23, 2006

Bavê helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

evîna te dibîstane
ew çavên te gulîstane
min divê şagirtê Jîr bim
ez dixwînim gulîstana
şêrîna min
ro ji rûyê te bi şerme
sor ji dêmên te ye
afîtab bi kovane
berfa sipî çi xezane
melûl dil bi kul
tê xwar ji ezmana
sipîbûna wê
ji aniya te ye
gotin ferhenge
şêrîna min
nazik çelenge
bi şûx û şenge
ebrû xwar bin
nerîn cenge
xwîn şêrîna min
seroka ciwana
di dil de ye…

Konê Reş

Piştî salên dur û dirêj, çavê me bi diwana helbestên mamoste Hadî Behlewî ket.
Dîwana wî ((Sibe Ewê Bê )), 32 helbestan di nav 104 rûpelan de kom dike. Mijarên helbestên wî li dor çend zîlanan digerin wek: Kurdperwerî, mirovantî, evînî û civakî..

Hêjaye gotinê, ku mamoste Hadî Behlewî, ji mamostayên zimanê erebî…