Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Civata Xwe ya Pêşîn Piştî Kongira Çaranan Lidarxist

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed, wekî rêvebirê civata pêşîn, endaman bixêrhatin kir û pîrozbahî ji bo serketina kongirê û hilbijartina wan di desteya birêvebir de pêşkêş kir.

Di civatê de gelek mijarên girîng hatin gengeşekirin; di nav wan de rewşa rêxistinî ya yekîtiyê, avakirina komîteyên pispor, nirxandina encamên kongirê, cîbicîkirina biryarên kongirê, nirxandina pêşniyarên endaman ji bo xurtkirina karê navxweyî, bernameya konferansên şaxan û herwiha hilbijartina serok û cîgirê yekîtiyê.

Li dawiya civatê, bi awayekî demokratîk, nivîskar Ebdusemed Mehmûd wekî Serokê Yekîtiyê, û nivîskar Ebdulbaqî Tahir wekî Cîgirê Serok hatin hilbijartin.

Di Kongira Çaranan de jî ev 16 endam wekî Desteya Birêvebir hatibûn hilbijartin:

  • Ebdusemed Mehmûd
  • Ebdulbaqî Tahir
  • Ebdulhekîm Muhemed
  • Zehra Qasim
  • Luqman Yûsif
  • Izedîn Mela
  • Fêsel Qadirî
  • Ebîr Dirê’î
  • Ibrahîm Qasim
  • Ehmed Sofî
  • Wezna Osê
  • Hewa Bişo
  • Tewfîq Sînan
  • Behcet Şêxo
  • Sebrî Resûl (Nûnerê Ewropayê)
  • Vanês Mîranî (Nûnerê Herêma Kurdistanê)

Di dawiya civatê de, Serokê Yekîtiyê Ebdusemed Mehmûd spasiya hemû endaman kir û bal kişand ser girîngiya hevkarî û yekgirtinê. Wî diyar kir ku desteya nû dê bi hev re bixebite da ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bibe mala hemû nivîskaran û parêzgeha wêjeyê û zimanê Kurdî.

Komîteya Ragihandinê
Qamişlo – 24.07.2026

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…