Çîrok: Mihemedxêr Umer
Werger: Fewaz Ebdê
Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên tovçandiniyê, çû li aliyekî gundê me yê nêzîkî bajêr vêllake yekqat ava kir û bi dîwarekî kubar ji qermîdên sor dorpêç kir.
Hecî Dawûd kurê xwe Lazgîn şandibû welatên berfê, da ku xwendina xwe bidomîne, mîna ciwanên ku partiyên sor ew dişandin… di nav re xwedî pwanên kêm jî.
Lazgîn di qedandina xwendinê û derçûnê de dereng ma, lê hêviyên bavê wî – ku rojaekê navê wî bibe “Bavê doktor” – kêm ne bûn.
Tevî lawaziya mûsim di van herdû salên dawî de, û nehatina baranê vê salê, ligel dua û nimêjên ji bo baranê, û tevî gotinên ku wê Lazgîn vê havînê were bêhnvedanekê jî, Hecî Dawûd biryar da ku here welatê berfê serdana kurê xwe.
Ne xweparêziya wî ya dihat dîtin û ne jî aramiya wî nekarî wî ji henek û laqirdiyên hevalên Lazgîn ên ku li odeya wî civiyabûn biparêzin. Tenha ji bo bikenin: her yekî ji aliyekî ya xwe digor û dikeniyan… yek çav ji din yê re dişkîne, yê din kenê xwe vedişêre û bi vî hawî, lê yekî bi dengê bilind got, da deng here tevan:
– “Yêwel, mane dîtina gelabiyê Hecî li balafirxanê li te çû!”
Hecî ji dil bi wan re dikeniya û carna jî bi dengê bilind zixêf dikirin wan û digot:
– “Hûn çi bênamûs in yewel! Kengî ev tişt bû? Û gelabiyê çi hey zarwên dêlkê?!”
Bi rastî jî, Lazgîn di Havînê de vegeriya, gotin û qalûqîl pir derheqa wî de hatin gotin û belav bûn: xwezaya wî ne hatiye guhertin, rengê wî spî bûbû, jina wî ya gewrî devlikenî ku herdem li gel wî digere, û fêrî hinek peyvên kurdî jî bûye (çawane… baş in… spas…).
Lê tiştê ku Hecî Dawûd aciz dikir, ew bû ku Lazgîn meyê vedixwe, heta li cihên nîv-gelêrî jî.. ne tenê wilo, lê ew wê tîne malê. Hecî her madtirş bû, lê ya ku hinekî bêhna wî fereh dikir û êşa wî sivik dikir ew bû ku: “Çend roj in, dê here û ezê vehesim.”
Dayika min, di ber amadekirina bergeşê re, em şermezar kirin; ez û birayê min Ferho, yê ku nû ji fabrîka Konserwa ji Himsê hatibû. Ji me re got:
– “Ev du hefte derbas bûne ku kirîvê me Lazgîn hatiye û hê hûn neçûne serdana wî! Ti kes nema ku neçû cem. Hûn dizanin ku kirîvantiya xwînê me digihîne hev. Lazgîn bi xwe di dawa bavê we de hatiye sinnetkirin!”.
Piştî banga nimêja Esir, û ji bo razîkirina dayika me, ez û birayê xwe Ferho çûn vêlla Hecî Dawûd a li kêleka gund. Ji axaftinên Ferho di rê de diyar dibû ku ew pir dixwaze jina Lazgîn a gewrûboz bibîne. Wî digot:
– “Ma rast e jinên Ewropî bi destan silavê dikin? Dibêjin cilên wê bêzendik in. Nêçîro got ku dema rokê ji paş ve lê da, ew mîna ku tazî be xuya kir (wek çaxa di dayik bû)… Ji dil tu navê wê nizanî?”
Min got: “Na,” û ji ber ku birayê min ê mezin e, min bi awakî amajekirinê ew agahdar kir ku emê demeke dirêj nemînin û ew bi jinên wan re zêde neaxive. Ji ber ku huqasî ew bi jinan re xwe jibîr dike û dikare 5-6 katjimêran bê rawestan bi wan re biaxive.
Nêzîkî deriyê vêlla, me Hecî Dawûd dît, madgiran bû û di nava xwe de dipiçpiçî. Piştî silavlêkirinê, me pirsî: “Kirîvê me Lazgîn li malê ye?”. Wî bi awakî, him gazin û him jî bi qeşmerî, got:
– “Li wir e… li hewşa paşîn… û vodka jî pêre ye… vodka wîîî…” û piştî ji me re got: “Fermo herin cem”, ber bi derve de çû.
Em derbas bûn. Ji kenê bêwate ku li ser dêmên birayê min Ferho diyar bû, min nas kir ku totikê wî çûûû; vala bû.. em derbasî korîdoreke teng bûn û çavê Ferho lîstin, çarhawîr geriyan; li derî û penceran.
Li hewşa paşîn, Lazgîn bi germî pêşwazî li me kir û em li ser kursiyan dan rûniştin. Li ser maseyê tenê şûşeyek mey hebû. Ji kirîvê me pêve kes li wir nebû. Farho li her derê dinêrî, paşê bi kenekî bêwate got:
– “Kirîvê Lazgîn! Kanî Vodka?”
Lazgîn bi şaşî li wî nerî û got:
– “Çi?”
Farho dubare kir:
– “Kirîva min Vodka.. ka li ku ye?”
Li derve, li pişt dîwarê vêlla yê rojava, Hecî Dawûd li perava çemê ziwa bi giranî dimeşî … kul û bêdengiyê perda xwe avêtibûn ser.. û dem wekî gola avê ya genî rawestiyabû… ne diliviya…