Ali Molla Nasan
Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî
Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me ala kurda rakir nav gerdûn
Ey welatê ku ketiye bin destê dijmin
Ey Wendakirina me bin destê dijmin
Ji bo rewşa gelê me ,me nowrozê xwe bi fedakarî kir șoreș
Û bi bêhna têkoşînê ,me parastinîya xwe bi aramî kir xweş
Û bi jiyanê mêranî ,me cejna ramzanê şênkir bi dilek kefxweş
Ey welatê ku ketiye bin destê dijmin
Ey Wendakirina me bin destê dijmin
Lê her kes ji me hez dike armancan bike peş gavê hev
Û li vê dinyayê da,me cejna Newrozê kir pêş di her roj û şev
Ji ber ku me erkê xwe anî rastiyê gelê me bêyî derew û rev
Ey welatê ku ketiye bin destê dijmin
Ey Wendakirina me bin destê dijmin
Ey kurdên li hemî cîhanê,rabin ji bo azadî serfiraz bibin
Û bi serbilindî, drûma xwe bi rast dilxwezî şiyar bibin
ji ber ku Xwedê dibêje di ramazanê de ji her kesî re xêr bikin
Ey welatê ku ketiye bin destê dijmin
Ey Wendakirina me bin destê dijmin
Ali Molla Nasan
Oslo 19-3-2025