Mesûd Barzanî… Serketiyê Aram

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û fermandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî de, heta bigihȇje şandeya hevbeş a Wezîrê Karên Derve Esed El Şeybanî û Ebdî di civînên siyasî yên li Munchenê de, hemû çav li ser nexşeyên kontrolê, aranjmanên ewlehiyê, ȗ sȋnorên bandorȇ, û bendên hevpișkiyê li Sûriyayê bûn. Lê li pişt vê dîmena qerebalix, serketineke bêdeng hebû ku bi gavên hesabkirî pêş ve diçû: Mesûd Barzanî.

xwertbûna rola Barzanî di dîmena Sûriyê de ne ҫȇbȗyȇ kȇlȋkeke derbasbȗyȋ bû, lê belê encama kombûneke siyasî û toreke têkiliyȇn ku Ew kirin navbeynkarê pejirandî yê aliyên jihev dûr bȗ, ji Şamê heta serokatiya HSDê, bi rȇya Enqereyȇ û Waşîngtonȇ. Û di kêlȋkekê de ku berjewendîyên dijber li hev dikevin, Hewlêr weke cihekî hevpar a kêmpeyda derket holê, û navê Barzanî bûye rêya Bêyî lêçûneke bilind.

Yekem nîşanȇn vê guherȋnê di qebȗlkrina rola navbeynkariya ku ew pȇ dirabe ji aliyên cihê de hate diyarkirin, di nav de mazûvaniya hevdȋtinên neragihandȋ û peywendiyên hestiyar. Ȗ ew ne hûrgiliyek derbasbûyî bû ku Hewlȇr mazûvaniya hevdîtinên Mazlûm Ebdî, Tom Barak, nûnerê Serok Donald Trump û karbidestên Amerîkî bike, Di referansê de ku herêm bûye Platformek bijarte ji bo endezyarkirina dosyayȇn bakur-rojhilatê Sûriyê, ne tenê cîranekȋ erdnîgarî.

Li ser zemȋnê, sembolîzma rola nû di dîmenên bilindkirina wêneyên Barzanî û alayên Kurdistanê de li herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê yȇn ku bi wêneyên serokê “Partiya Karkerê Kurdistanê” Abdullah Ocalan tije ne xwiya kir, Di îfadeyeke siyasî û civakî ya veguheztina navenda exlaqî ya giraniyê li cem beşek ji Kurdan de, bitaybet ku ev yek hevdem bû digel rexneyin li ser hin rêberên “PKK”ê. Ȗ ev yek bi hebûna mirovahî re bȗ bi rêya çalakiyên rêxistinên xêrxwazî yên girêdayî herêmê û rêber Mesûd Barzanî, ku bûye kanaleke sereke ji bo belavkirina alîkariyê hat, ya ku hȇza nerm li hawîrdoreke ku ji fișarin aborî û jiyanî yên dijwar dikişîne xurt kir.

Di derbarê derbasgeha Simalka de, ew maye damarȇ jiyangir yȇ ku herêmên “HSD” ȇ bi cîhana derve ve girêdide, ya ku di ҫi amadekariyên paşerojê de Kaxezeke bandorê ya pratîkî dide Hewlêrê, û hevahengiya bi herêmê re dike pêwîstiyek rojane û ne tenê hilbijartinek siyasî.

Ji aliyȇ herȇmȋ ve, li herêmê giringiya Hewlêrê bi ji nû ve bicihkirina hêzên Emerîkî zêde dibe. Bi kêmkirina hebûna leşkerî li Sûriyê, destpêkirin bi vekişîna ji baregeha El-Tenf û ji baregehên li Iraqê yên wek Eyn el-Esed, giraniya baregehên Emerîkî li Hewlêrê wekȋ xaleke bingehȋn ya seqamgȋr tir xwert dibe, ȗ ew jî bixweber bandorê li ser cih û payeya rêbertiya kurdî li wê derê di hesabên Washingtonê de dike, di demekê de ku Barzanî hewl dide xwe wekî lêvgerek kurdî ya berfirehtir pêşkêş bike, di nava hewldanên li Kongreya Amerîkayê de ji bo derxistina qanûna “Parastina Kurdan.”

Ji aliyê siyasî ve, her rêyek ku bibe sedema paşveçûna bandora rêberên Partiya Karkerên Kurdistanê li Sûriyeyê, derî li ber hilkişîneke mezintir a Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ku xwe wekî alternatîfeke kêmtir rûbirûyî bi herêmê re û ji bo lihevkirinê bi Tirkiye û Rojava re guncawtir pêşkêş dike vedike. Ȗ ev guhertin ne tenê bi hevsengiya hêza leşkerî ve girêdayî ye, lê bi xwezaya gotara siyasî ve jî girêdayî ye. Ȗ gerȋnȇn Encûmena Niştimanî ya Kurd, hevalbendê Barzanȋ, bo Şam û Hewlêrê, û hevdîtinên serokên wê bi El-Şera re, ne tesaduf bûn, ȗ Pêşvebirina veguherînê ji leşkerîbûnê ber bi siyasetê ve, Ango wergerandina biryarnameya serokkomariyê ya li ser mafên Kurdan di danezana destûra bingehîn de bi bikaranîna amûrên siyasî li şûna rûbirûbûnên leşkerî, û danîna mekanîzmayên ji bo endezyariya vê yekê di nav saziyên Sûriyeyê.

Doktrîna ku “Partiya Demokrat a Kurdistanê” dipejirȇne, ji ramanên “Partiya Karkerên Kurdistanê” bihtir nêzîkî hestȇn civakî ya li herêmên Cezîra Sûriyê ye… Malbat û Ȇl û guhertina gav bi gav ji Gotara îdeolojîk a ҫepgir a sînor-derbasker ya ku ji hȇla dibistanên ‘Demokrasiya Gelan’ ve tê pêşkȇș dikin bihtir nêzîkî wan e. Û bi fișarên şer û aboriyê re, civak bi gelemperî ber bi modelên aramtir û diyartir ve dikișin.

Di warê aborî de, modela Hewlêrê aliyekî din jî li vê bilindbûnê zêde dike. tevî zehmetiyan Herêm ezmûnekȇ di rêvebirin, vekirîbûn û veberhênanê de pêşkêş dike, ku wê dike lȇvegereke pratîkî, ku çarçoveya neteweyî ya teng wêdetir diçe, û bala beşin ji nifûsê yên li derfet û jiyaneke aramtir digerin, dikişîne. Ȗ Di demekê de ku nirxandinên jiyanî ji dirûşmeyan pêştir in, modela aborî dibe beşek ji amûrên bandorê.

Ev hemû nayê wê wateyê ku rêya li pêşiya Barzanî bê alozî ye. Hevsengiyȇn Sûriyê hîn jî nazikin, ȗ têgihiştinên navneteweyî têne guhertin, her weha di nav mala kurdan de pêşbazî heye. Û ev berfirehbûn di nav aliyên din ên kurdî de û hesabên rast li cem Şam û Enqereyê rezervan zêde dike. Lê xwendina aram a pêvajoya bûyeran nîşan dide ku Hewlêr heta niha di veguherȋna erdnîgarî û têkiliyan bo sermayeyeke siyasî ya bigeșe bi ser ketiye.

Di dema ji nû ve xêzkirina nexşeyên bandorê li Sûriye û Îraqê de, wisa xuya ye ku Mesûd Barzanî hilbijart ku rola “serketî yȇ bêdeng” bilîze: ew herdem nakeve sernivîsê, lê ew di hûrguliyên têgihîştinê û rêyên wan de di nav sînorên ku ew wan ji Kurdistana Iraqê wêdetir dixwaze de amade ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….