Lêvegera Kurdî ya Giştî li Sûriyê Di Navbera Pêdiviya Dîrokî û Derfeta Kêlîka Siyasî de

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya demkî re ku mafên gelê me di çarçoveya welatekî firehejmar, yekgirtî de misoger bike.

Duyem, avakirina lêvegereka siyasî ya giştî ji bo hemû hêzên kurdî, ku bibe dengekî yekgirtî ji gelê kurd re li hundir û li derveyî welêt.

Ev herdu erk, ne tenê planeke demkurt in, lê pêdiviyeke hebûnî ne ku ji demeke dirêj de em li bendê ne.

Peymana destûrî: ji paşguhkirinê ber bi hevpariya niştimanî û mafên neteweyî de:

Ji dema damezrandina dewleta nû ya Sûriyê de, gelê kurd bi siyaseta bêparî û înkarkirinê re rû bi rû bûn. Bêpariya ji mafên neteweyî, demoqratî, çandî, siyasî û îdarî li ser dirêjahiya salan ku herdem ji hêla desthilatê ve  dihatin paşguhkirin. Piştî guhertinên ku ji sala 2011’an ve li welêt çêbûn, derfeteke nû çêbû ku têkiliyên di navbera pêkhateyên Sûriyê de li ser bingehên hevparî û danasîna bi nasnameyê ji nû ve bê dîyarkirin.

Bicihkirina peymaneke destûrî ku mafên neteweyî, çandî û xwerêveberî yên gelê kurd misoger bike, nayê wateya parçebûnê yan jî cudabûnê. Ev, di rastiyê de, tê wateya domandina yekîtiya Sûriyê li ser bingehê niştimaniya wekheviyê û pergaleke nenavendî ya demokratîkiyê. Çareseriya destûrî tenê rêya misoger e ku dikare aramiyake demdirêj pêk bîne û doza kurdî ji rewşa nenasînê ber bi çarçoveya qanûnî û danasînê de bibe, ku dozeke rewa ye li hundir û derve cihê xwe bigire.

Di vê çarçoveyê de, amadebûna kurdan li platformên navneteweyî — wek mînak di Konferansa Ewlehiyê ya Munşinê de — nîşan dide ku rola kurdan di parastina ewlehî û aramiya herêmî de her ku diçe tê naskirin. Lê ev amadebûn taku bibe destkeftiyeke siyasîyî ya berdewam, divê ku bê wergerandin ber bi nêrînek yekgirtî û sazkirina nûneratiyeke zelal were piştgirî kirin.

Lêvegera giştî: Bidawîkirina perçebûnê û avakirina yekdengiyê

Erka duyem, ango avakirina lêvegera kurdî ya giştî, herî hestyar û giringtir e. Perçebûna siyasî ya kurdan li Sûriyê, bi hemû cûrbecûrîyên partî û ideolojîk re, yek ji qelsiyên sereke yên tevgera me bû. Her çend hewldanên nêzîkbûnê hatine kirin, lê dema ku derfeta biryarên giring nêzîk dibe, dubare nakokî û cudahî li pêş derdikevin.

Lêvegera pêşniyarkirî nayê wateya tunekirina cûrbecûrîyê, lê firehejmarî di nav çarçoveyeke sazkirî de tê birêxistinkirin, ku di mijarên stratejîk de biryara hevbeş bide. Ev şêwazek hevparî ye, ne serwerî; rêxistina hevrêzî û hevsengiyeke stratejîk e, ne pişaftineke siyasî ye.

Di vî warî de, serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dikare roleke giring bilîze, bi taybetî ji ber ezmûneya wê di rêvebirina cûrbecûrîya partî û avakirina sazkariyên herêmî de. Fêrbûna ji vê tecrûbeyê, bi rêzgirtina taybetmendiyên rewşa Sûriyê, dikare bibe gava sereke ya derbasbûna astengên borî.

Kesayetiyeke pêşwerî di demeke dîrokî de

Ev pêşniyara giring ji kesayetiya General Mazlûm Ebdî û rola wî di salên borî de nayê cudakirin. Hebûna wî ya karîzmatîk, tecrûbeya wî ya qada şer û têkiliyên wî yên herêmî û navneteweyî, hemû mercên giring in. Lê pêdivî ye ku bar, her wisa rol jî ne tenê li ser milê kesekî be, divê ku saziyeke siyasî, komelayetî bê avakirin, her çiqasî kes bên guhertin, ev sazî serbixwe domdar be.

Pêdiviyeke îro berî sibê:

Avakirina lêvegera kurdî ya giştî ne zêdebûneke siyasî ye, lê pêdiviyeke hebûnî ye. Rewşa Sûriyê ber bi sererastkirina hevsengiyên nû ve diçe, û her derengmayîn di derbarê hevgirtina hêzên siyasî yên kurdî de, dikare bibe sedema paşguhkirina daxwazên kurdan di karûbarên piştî kêferatê de. Dema îro dikare dubare nebe û “Dûmana spî” ya ku em li hêviya ragihandina wê ne, nayê wateya serkeftina aliyekî li ser hesabê aliyekî din, lê gava dîrokî ya pêşketinê ye ji bo misogerkirina hebûna gelê kurd wek hevparê rastîn yê niştimanî ku li ser xaka xwe ya dîrokî jiyan dike.

Tiştê ku îro tê xwestin, wêrekiyeke siyasî ye ku di ser hemî berjewendiyên rêxistinî yên teng re ye, divê ku berjewendiyên gelê me di ser hemî nakokiyan re berçav bên girtin, viyaneke hevbeş û helwesteke yekgirtî tenê dikarin bibin rextê hebûn û hêmeniya me di rûyê kêferata îro û ya ku bê de. Ev herdu erkên ku hatine pêşniyarkirin, ne bernameya kesayetiyekê ye, lê ew pirojeya miletekî ye ku têkoşînê dike taku mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi hemî şêweyên siyasî yên rewa di nava welatekî de ku cihê hemiyan têde heye bi cih bike.

Di navbera peymana destûrî û lêvegera giştî de, rêya qonaxeke nû tê xêzkirin: ji parastina hebûnê ber bi misogerkirina hevpariyê, û ji cûrbecûrîya dengên belawela ber bi dengê yekgirtî ku bi bawerî û bi berpirsiyariyê li hundir û li derve, zimanê danûstandinê be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…