Firyal Hemîd
Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.
Li ber pendavên wê deryayê, bi xeyalên xwe yên hundurî re neqşne bê pilan bi tiliyên xwe, li ser wê qûmê çêdikir.
Ew neqşe dê bibin jînenîgariya dema ku tê.
Xewna ku ji ber wê bi çolan de ketibû, dê piştî çend salan û di rêya Geryanê wê de, dê bibe rastiyeke nîvco.
Ji zarotiya xwe de wê bûyerê ayndeyê li ber çavên xwe didîtin.
Piştî Xewna şevekê, wê bawer kir ku ev xewn dê bibe rastiyeke nêzîk.
Kolanê wî welatî, mîna Volkanan diteqiyan û li bin guhên hev diketin.
Di wê Volkanê de , xewnerastiya wê piştî 15 salan dibû rastiyekê nîvco.
Tirsa ji wê tofanê û rawestîna bi pêlne ji mirovan , di dilê wê de her dem zindî bû.
Wê dizanî bû, ku li binya bajarê pîroz, ew tofana ji leşkerin biyan dê raweste û bajêr dê tirsa xwe tevlî hêza kesên xwe bike.
“Ewê nekevin welatê rojê”
Dergehê sînorê rojhelatî bajêr vekiriye.
Aramî xwe li dergehî dipêçe, mîna oksicîna ku mirov pê dijî, ew sînor, ew dergeh dê bibe reha dilê bajêr.
Xewn hîn nîvco ye!
Ew jî hîn li ber perê ve..neqş nîşanên xwe ji Xewna nîvçe re, nîv şîrove dike.
Hîn her tişt nîvco ye..Xewn jî wekû rastiyê nîvco dimîne.
04.02.2026