Mislim Şex Hesen – Kobanî
Di şopandina dîroka dewletên Rojhilatê Deryaya Spî (Rojhilata Navîn) de, eşkere dibe ku dabeşkirina wan dewletan ne li ser bingeha faktorên xwezayî an civakî pêk hat, lê li ser bingeha berjewendiyên hêzên derve hate saz kirin. Ev rêbaz, ku di nav polîtîkayên kolonyal û stratejiyên navneteweyî de cih girtiye, bi zanebûn ji bo afirandina şert û mercên pevçûnên dirêj li herêmê hate bikar anîn. Di encamê de, deverên ku yekîtiya civakî, çandî û siyasî di nav wan de hebû, hatin parçekirin û ji hev hatin qut kirin.
Di vê çarçoveyê de, beşek ji gund û bajarên Kurdistanê bi xaknîgariya Sûriyê ve hatin girêdan. Ev girêdan ne li ser daxwaza xelkê herêmê pêk hat, lê li ser bingeha rêkûpêkên siyasî yên derveyî hate damezrandin. Bi vî awayî, beşek ji gelê Kurd ji çarçoveya xwe ya neteweyî hat qut kirin û di nav sînorên dewletekê de cih girt ku di bingehê xwe de ji aliyê hêzên mezin ve hate çêkirin. Ev rewş ne tenê bandor li ser nasnameya neteweyî kir, lê her weha bû sedema çêbûna gelek pirsgirêkên siyasî û civakî ku heta niha jî berdewam in.
Ji ber vê yekê, pêwîst û girîng e ku hemû gel û pêkhatên ku li ser xaka Sûriyê dijîn, bi têgihiştineke hevpar li ser rastiya dîrokî ya avabûna vê dewletê nêz bibin. Rast e ku Sûriya wek dewletek di şert û mercên taybet de hate damezrandin, lê şert û heyama îro ne li gorî cihêkirin û dabeşkirinê ne. Ji ber ku şertên navneteweyî û herêmî rê nade ku civakên ku bi salan li hev dijîn ji hev werin qut kirin, xuya dike ku rêya herî guncaw û realist ew e ku hevjiyana hevpar were pejirandin û pêşvebirin. Her weha, hemû pêkhateyên Sûriyeyê îro bi pêwîstiya jiyaneke bi hev re ne û divê nakokî û nefret di navbera wan de were redkirin.
Ji aliyekî din ve, cihêrengiya neteweyî, olî û çandî ya ku li Sûriyê heye, nikare wek asteng were dîtin; belkî divê wek sermayeya dewlemend û çavkaniya hêzê were nirxandin. Ji bo gihîştina vê armancê, divê hemû pêkhatên civakî li ser tiştên hevbeş wek mafên bingehîn, dad, welatparêziya hevpar û rêzgirtina hevûdu-bingeh û zemînek hevpar ava bikin. Tenê bi avakirina çarçoveyek siyasî û yasayî ya ku li ser hevsengî û wekhevîyê ava bibe, şertên jiyaneke aram û domdar di nava xaknîgariya Sûriyê de dikarin were misoger kirin.
Her wiha, divê were bîranîn ku gelek ji nakokiyên ku di nav pêkhatên Sûriyê de hatine xurtkirin, bi siyaseta “parçe bike û serdest be” ya rêjîma malbata Elesed ve girêdayî bûn. Wê rêjîmê bi mebestdar hewl da ku bi afirandina dûrketin û nebaşî di nav civakan de, şertên domandina xwe yên siyasî misoger bike. Ev siyaset, ku li ser afirandina dijminetî û bêbaweriyê hatibû saz kirin, bi rastî bû sedema çêbûna birînên kûr di nav xelkê Sûriyê de.
Di encamê de, çareseriya rastîn ne di vegerandina rabirdûyê de ye û ne jî di xurtkirina cudahiyên neteweyî de, lê di damezrandina projeyek siyasî ya hevpar de ye ku li ser bingehên edalet, wekhevî û rêzgirtina mafên hemû pêkhatên civakî ava bibe. Tenê bi vî awayî dikare Sûriya ji dîroka nakokiyê derbas bibe û ber bi pêşerojeke aram, hevseng û domdar ve biçe.
18 / 2 / 2026