DILSOZÎ

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî dide da nehêle jibîr bike ku hê tiştek di nabêna jiyan û mirinê de daleqandî heye.

Ciwamêrê Berzan ti daxwazên wî yên giran tune bûn; ne mal dixwest û ne postên partîtî û ne jî dixwest kes wêneyên wî li ti ofîsan daleqîne. Tenê dixwest pirtûka xwe çapkirî bibîne û bi nazikî rûpelên wê biqulêpe. Ew pirtûka ku bi salan di dexleke teng de veşartibû mîna ku dilê xwe veşêre.

Her ku li hev rûdiniştin, Alan bi girnijîn jê re digot:

  • Dev ji partiyê berde ciwamêr! Li nivîsandinên xwe vegere; wan pel-melên belawela bi ser hevde.. wan ji çapê re amade bike!
  • . bes layê Sofî Silo, hema tê here û bê û bibêjî: Dev ji partiyê berde. Ka partiyê çi tade li te kiriye?
  • Tade li hevalê min kiriye. Ma nebese?! Çend nexweşî bi te re peyda kirine? Ji bilî bilinkirina şekir û dextê tişt jê gihaye te?
  • Na bi Xwedê.

Kenekî sivik dikir; kenekî nîv xemgînî û nîv serhişkî, û bi dengekî ku têde bawerî û şikestina hêviyan li nav hev diketin berdewam kir:

  • Ne wefadarî ye ku ez dev ji hevalan berdim. Çawa be ev rengek ji xapandinê ye.

Alan serê xwe hejand û ne xwest bêhtir hevalê xwe dilgiran bike û jê re bibêje:

  • Ma te jibîr kir bê çi bi serê te kirin?

Ji ber ku zanîbû wê ev gotin êşa wî zêdetir bike. Lê ya ku ne dihat bîra Alan ew bû ku wê ev êş pênc salan li ber deriyê gorê raweste, û ji cih ne live!

********

Piştî ku Alanê Sofî Silo çend caran derbarê kar û xebata Berzan nivîsand û çawa hevalan ew piştguh kirin û ta hêviya wî ya biçûk jî pêk ne anîn, pozê serokatiya partiyê hinekî şewitî û civînek lidar xistin.

Belê, piştî pênc salan ji bêdengiyeke giran; bêdengiyeke ku kevir ba wê firidîba, serokatiyê xwe livand û di odekê de li hev civiyan; odeke bi wêne û siloganan xemilandî, silogan û durişmên ku hizrûboçûn li ber xwe dibirin. Li dora masekê rûniştin, yê ew bidîta wê bigota ev hatine biryareke çarenûsî bistînin, tevî ku hatine hinekî şermê ji ser ruwê xwe sivik bikin.

Yekî ji wan birhên xwe hildan weke ku rasteqîniyê yekem car vebîne û got: “Hevalê me Berzan ê rehmetî, nivîskarekî mezin bû” tevî ku qet çar gotin ji nivîsandinên wî ne xwendine.

Yekî jî destê xwe li masê da û got “Nabe bê gotin ku partî rêzgirtinê li endamên xwe nake”! tevî ku partiyê yek rojê rêznamek nedaye kesekî!

Yekî din di ber xwe de got, bêyî deng here ti kesî “Baş bû ku mir. Barek bû û ji ser dilê me hat hilanîn.”

Di encama civînê de bi biryareke dîrokî derketin: “Emê pirtûkê çap bikin.. û emê xelkê tevî agahdar bikin”.

A dinî rojê, bi azana Têtî re, bajar bi nûçeya ku wê pirtûka hevalê xwe Berzan çap bikin hat dagirtin, teyê bigota wê welêt azad bikin. Wêne, belavok, gotarên li ser “dilsoziyê” û “Em hevalê xwe jibîr nakin”, ta yekî ji wan postek di Facebookê de belav kir û têde got: ” Ji kar û xebatê re, heval Berzan mînakek bû “, û wî bi xwe ne dixwest ku li kêlekê rûnê, ji ber ku ji rexne yê wî ditirsiya û “gelekî li ser rola pirtûk û xwendinê diaxive”.

Dawî, dused hejmar çap kirin, tenê dused hejmar! Bi zorê têra endamên komîta navendî û merivên wan bikin.

Pirtûk derket. Lê çi pirtûk!! Ne pel, û ne qap û hema bi zorê dihat xwendin!

Nişkaveke ku ne li bala kesî bû ji wan re derket: Çapxane pera dixwaze.

Şandek bi serokatiya sekretêr û endamtiya sê hevalên polîtbîro çûn mala rehmetî û bi giranî ji wan re gotin: “Çapxane pera dixwaze. Em bi erkê xwe rabûn û me çap kir. Ma ku hûn jî bi erkê xwe rabin û lêçûna çapê bidin”.

Hevjîna rehmetî Berzan bala xwe dayê ku lawê wê zêde tengijiye, lewra berî wî axivî:

“Mala we ava. Lê weke hûn dizanin; Hundir bi qurbana derve be. Ma ku me karîba, em li bende we diman ta ku piştî pênc salan hûn çap bikin!!”

********

Civîneke awarte lidar xistin û biryar dan ku hevalekî bişînin ber deriyê mizgeftê û yekî bişînin meyxanê bo “alîkariyê” ji wan bixwazin.

Bi berbangê re Alan ji xew veciniqî. Wêneyê pirtûkê hat xewna wî. Pirtûk dişewitî û xweliya pelên wê bi ser de dihatin. Bêyî ku dest û ruwê xwe bişo, cilên xwe wergirtin û berê xwe da goristanê.

Bi dîtina dîmenê re, çivîkên şahiyê di dilê wî de mirin. Derdor bû kevaleke reş. Çavên xwe çend carekî girtin û vekirin da nas bike ku ev ne xewn e. Nivîsandina li ser pelê ku bi kêla gorê ve kirine bi matbûn xwend:

HEVAL BERZAN TU DEYNDARÊ ME YÎ!

 

Partiya parsekên Kurdistanê

(PPK)

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…