Mihemed Ebdê
Ehmed im..
Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me
Pakrewan im canfidayê rojava me
Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme
Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me
Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e
Berê Barzanî gotiye: “Kerkûk dilê Kurdisten e”
Şêr im, di qadê de tiliyên azadiyê min hilda ne
Natirsim, ji mirinê can ji bo rûmetê tim erzan e
Mêrxas û leheng im, mirin ji bo min jiyan e
Yan kurd, yan kurdistan ji bo min ev silogan e
Ehmed im, îro ciwanekî pakrewan im
Mêvan bûm li şehîdê Qamişloyê, îşev li Kerkûkê mêvan im..
Qmmişlo
31-1-2026