Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan hevxemiya xwe ligel binemalên şehîdên Loristan û Îlam û Kirmanşan radigehînê‏

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî  aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva daxwazên xwepêşanderan dide, bi taybetî li dijî Gelê Kurd, ku bi kîn û dilreqiyek zêde wekî tolvedan komkujiyan li dijî xelkê sivîl pêktîne, ku nûçeyên gelek xemgîn û nexweş hene li ser kuştin û birîndarkirina hejmarek zêde ji xwepêşanderên Melakşa û kirmaşan û Îlamê bi destê hêzên ewlehiya rêjîmê hov û stemkar.

Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, di demê ku van komujiyên hovane û nejadperês li dijî Gelê Kurd şermezar dike, hevdem hevxemiya xwe ligel binemalên şehîdên Loristan û Îlam û Kirmanşan radigehînê û piştgiriya xwe ya bêsinûr bo Gelê kurd li Rojhelatê Kurdistanê piştrast dike, hevdem ku rêjîma Îranê bi kuştina xelkê sivîl gunehbar dike û bang li komelgeha navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku destê alîkariyê bo Gelê Kurd dirêj bikin û siyasetên qirkirin û serkutkirinê li hember Gelê Kurd bi dawî bikin.

Herweha em banga xwe digehênin tevaya hêz û partiyên Rojhelatê Kurdistanê ku di nav xwe de yekîtî û hevkariyê bihêz bikin, herî li pêş kar û xebata xwe ji bo parastina Gelê kurd û bidestxistina mafên neteweyî yên Gelê Kurd terxan bikin.

Sersaxî bo malbatên Şehîdên Loristan, Îlam, Kirmanşan

Bijî Kurd û Kurdistan

17ê Befranbar 2725k (07.01.2026)z

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropa

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…