Nankorî

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc û baş ji yên nebaş were veqetandin û hilbijartin; her wiha pêwîst e ku ew dab û kevneşopiyên qenc werin parastin û di berjewendiyên civakê de were bikaranîn.

Civaka Sûriyeyê ji gelek neteweyên cûda pêk tê؛ Ereb, Kurd, Suryan û hwd. Ev cihêrengî dewlemendiyeke mezin e ji bo Sûriyeyê, bi şertê ku bê ferq û cêdahî, di nav hevde, li dûr ji nakokî û nejadperetiyê bijîn. Ev jî xwe dike bingehên avakirina welatekî şaristanî û pêşketî.

Divê li vir mirov binivîse ku gelê Kurd wek pêkhatayeke resen li Sûriyeyê dijî û li ser xaka xwe di gund û bajarên wê belav bûye. Her weha, kurdan rolek mezin bo rêzgarkirina Sûriyeyê kirine û  ji roja ku Sûriya ji bin destên dagîrkeran rêzgar bû, Kurdan bê dudilî hemû erkên xwe yên niştimanî bi cih anîne û li hemû alan, ligel pêkhateyên din, bervanî bo Sûriyeyê kirine.

Bêguman, gelê Kurd piştî damezirandina dewleta Sûriyeyê erkên xwe yên niştimanî bi temamî bi cih anî. Bi hezaran law û keçên xwe ji bo parastin û avakirina Sûriyeyê qurban kir. Ev rastî di dîrokê de ji bo hemû kesên pêwendîdar diyar û naskirî ye.

Lê mixabin, çanda daba nankoriyê li cem hin hevparên gelê Kurd li Sûriyeyê diyar dibe. Ew ked, xebat û bervaniya ku gelê Kurd ji bo rêzgarkirin û damezirandina Sûriyeyê kirine, neberçav digirin û îngar dikin.

Ji ber vê yekê pirs ev e: çima hevparên gelê Kurd di welêt de, û bi taybetî hin pêkhateyên Ereb, nankorî nîşan didin û ked û cefayê gelê Kurd îngar dikin ?

Heke ev zihniyet neyê guhertin, tu zemînek rast ji bo pêşeroja Sûriyeyê peyda nabe. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê seman, ked û bervaniya hemû pêkhateyên ku ji bo Sûriyeyê hatine kirin werin naskirin û pejirandin, da ku welatê Sûriyeyê bi awayekî dirist ji vê tengêjê were rêzgarkirin.

Nankorî tu carî nikare xizmetê pêşeroja Sûriyeyê bike. Di vê qunaxa herî hestyar a ku Sûriya tê de derbas dibe, pêwîst e ku hemû pêkhateyên civakê dest bi dest bin, da ku Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û li ser bingeha hevjiyana hemû pêkhateyan were avakirin.

3 / 1 / 2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…