Di navbera serkeftina dîplomatîk û pȇdiviyên seqamgiria navxweyȋ de: Sûriye di Qonaxeke ҫarenûs de

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke weha diҫe paytexta Emerîkayê,  dosyeyên tevlȋhev ku dizane çareserkirina wan kilîta aramîya welatê wî ye, bixwere hilgirt  bo Washingtonê, di serȋ de doseya aborȋ ye, bi taybetî “Yasaya Sȋzar”, ya ku astenga heri mezine di pêşîya her geșepȇdana aborî an jinȗve avakirinȇ de, ȗ vekolînên pêşekî pêşketinên berçav diyar kirin, ku  Emerîka soz  bi rakirina cezayan hino hino ȗ gav bi gav da hemberî pabenbȗna Dimeșqȇ bi ҫaksaziya aborî û gerantiyȇnyên siyasî yên zelal.

Ji aliyê ewlekarî ve, peyam hê bêhtir bi hêz bû, ku bi awayekî fermî tevlȋbûna Sȗriya di Hevpeymaniya Navneteweyî dijî Daîş hate ragihand. Herweha rêziknameyên ewlehiyê hȗrgil hatin gengeșekirin bi mebesta sazkirina aramȋ ȗ seqamgȋriyȇ li bașȗrȇ Sȗriya, û kêmkirina destwerdanên Îsraîlê, weke pȇșekiya peymanke ewlekarîyê ya ku dibe ku bi navbeynkariya Emerîkayê were kirin.

Ev serdan ne tenê protokoleke dîplomatîk a normal bû, lê belê ragihandineke eşkere ya dawiya serdemekê û destpêka serdemeke dȋ bû, ku tê de Sûriye ji çarçoveya îzolasyon û cezayan derdikeve û dikeve nav sîstema hevkarî û entegrasyona navneteweyî de, ev guherîneke bingehîn e ku di dîroka wȇ ya nûjen de mezintirîn guherîna dîplomatîk e, ȗ rȇveberiya Emerîka kar bi piraniya cezayên “yasaya Sȋzer” bo maweyê 180 rojan rawestandibû, herweha Serokê Emerîka Donald Trump Bacên gumrikê yên ku li ser SûriyA hatine sepandin ji %41ê heta digêhêje %10, bi hengavek pêşekî wekȋ rê xweşkirin ji bo vê seredana mêjûyî kȇm kirbȗn.

Helbet li pişt vê pȇngavê pȇdiviyên hevpar hene: hevpeymaniyȇ pȇdivȋ bi welatîkȋ heye ku xwedî erdnîgarî û șarezayȋ be li ser zeviyȇ û amûrin hebin ku karibin bi șaneyên Daîşê re karȋgeryȇ bikin, ȗ Sûriya jȋ pêdivî bi sîwaneke siyasî heye ku bandora cezayan li ser wȇ sivik bike û wê vegerîne qada navneteweyî. Emerîka baş tê dizane ku jinȗve pȇgihandina Sûriya û vegerandina rola wê ya herêmî rêya herî bi bandor e ji bo rûbirûbûn û kêmkirina bandora Îranê , herweha Dimeşq jȋ dizane ku hevkariya bi Washington re dibe ku kinarekȋ ji bo liv û tevgerȇ bide wȇ da ku seqamgȋrȋ ȗ serweriya xwe pȇkbȋne, bêyî ku dîse bikeve xefika girêdayîbûn an perçebûnȇ, lȇ girîngiya vê serdanê ne tenê bi dualiyan ve sînordar e, belȇ heta ji nû ve xêzkirina nexşeya jiyostratejîk a herêmê jî vedikișe ȗ dirêj dibe, ȗ bertekȇn herêmî jî vê guherînê diyar dikin.

Ev pȇngava ku Sȗriya bi tevlȋbȗna nav hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê avȇt bûyerek bȗ ku di hevsengiya hevpeymanên navçeyî de qet rojekȇ ne di hate çavrêkirin alȋne siyasî yȇn ku ji çarçoveya ewlehȋ derbas dike hildigire, û guhertineke kalîte di cihê Şamê de li ser nexşeya têkiliyên navneteweyî piştî bihtirî dehȇn salan ji ȋzolasyon û sȗcdarkirinan ҫȇkir.

Erȇ ew welatȇ ku wek ‘siponsorê terorîzmê’ an jî wek”Jîngeheke guncaw ji bo tundrewiyê” di hate naskirin, niha xwe di nav hevpeymaneke navnetewî de dibîne ku ji hêla heman hêzên mezin yȇn ku demekê di warê siyasî û leşkerî de rû bi rû bȗ yȇ wan bûn pȇk tê.

Tevlîbûna Sûriya di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê de ne tenê gaveke sembolîk e, ne jȋ bûyereke normal e, lȇ belȇ ew xaleke werҫerx ya dȋrokiye, dibe ku rûpeleke nû di dîroka welatekî ku ji ber şer, destwerdan û dubendiyê westiya ye veke, û dibe hevkêşeyên herêmê ji nû ve xêz bike, ew ragihandina ji nû ve bicȋkirina siyasî ye di qonaxeke navdewletî de ku metirsiyên bȇ sînor pir dibin.

Bi gelemperȋ dibe ku ev veguherîn ҫend encamȇn sereke li ser asta herȇmȋ bi xwe re bȋne:

– Tevlîbûna Sûriyê di hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de dikare peyamên dilniyakirinê ji welatên hevsȋnor re derbarê ewlehiya sînorên wan û nebûna derbasbûna terorîstan bişîne, bi vî awayî dibe ku hincetên ji bo destwerdanên leşkerî an hebûnên ku bi hinceta têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê hatine avakirin ji holê rake an jî kêm bike.

– welatên Erebî yên ku kanalên xwe bi Şamê re ji nû ve vekirine, dê di vê gavê de piştgiriyȇ bibin, û dibe ku ev bibe sedema xweșkirina rê jibo ji nû ve vehevgirtina Sûriyeyê di nav sȋstema siyasî û ewlekariya Erebî de.

– ketina Şamê bo hevpeymaniyeke navneteweyî ya bi serokatiya Wașintonê dibe ku pêwîstiyekȇ ji bo ji nû ve hevsengkirina têkiliyan biafirîne, nemaze ji ber ku hevalbendên kevneşopî dê bi erênî li her nêzîkbûna bi kampa Rojava ve ya ku ji xȇzên ewlehiyê derbas dibe nenêrin, dema ku Mosko têgihîştineke hișyar diyar dike, Tehran bi gumaneke zelal li vê guherîn dinêre, ji ber tirsa ku giringtirȋn bingeha xwe li Rojhilatê winda bike.

– Encamȇn vȇ pêngavȇ li ser asta hundurîn ji encamȇn derveyî ne kêmtirin, tevlȋbȗna Şamê bo hevpeymaniyeke navneteweyî ya li dijȋ Daișȇ  dibe ku derfetekȇ ji bo şikandina xitimîna siyasî peyda dike, tȇkilȋ ȗ danȗsitandina di navbera aliyȇn hundurȋn de hȇsan bike, eger bi atmosfereke diyaloga navxweyî re bi mebesta ji nû ve avakirina saziyên dewletê û baweriya welatiyan bi welat re were, ȗ ev yek bibe bibe alîkar ji bo ҫak kirina șiyanȇn tekoșȋna li dijȋ Șaneyên razayî, pevguhertina agahiyan, û sazûmanîkirina hewildanên xwecihî.

Helbete ev serdan ne ji nișkave hat, lȇ belȇ ew wekȋ encama rȇgayeke dîplomatîk a himbiz ku ji dema ku Ehmed Şer’e di dawiya sala 2024an ve desthilatdarî girt dest pê kir bȗ, ȗ di çend mehên borî de guherîneke bingehîn di helwesta navneteweyî de çêbû, ku navȇ serok Ehmed Şer’e ȗ wezȋrȇ navxweyȋ li gorî biryara navneteweyî ya ku li ser bingeha Beşa Heftem derketiye ji lȋstȇn terorȇ ȗ cezayan hatin rakirin. Ev guherîn stratejiyeke nû ya ku li ser bingeha ‘lihevkirin û vekirîbȗnȇ’ avaye diyardike, ku Sȗriya bi rȇya wȇ karȋbȗ pirȇn peywendiyȇn xwe bi derdora xwe ya Erebȋ ȗ cȋhanȋ re ava bike, ȗ li dirȇjiya 11 mihan pȇșwaziya șandeyȇn fermȋ ji bihtirȋ 80 welat ȗ rȇkxirawan kir.

Serok Ehmed EL-Şer’e ji Washingtonê vegereha lȇ tiştên ko di vê seredanê de pêk hatin, wekî nexșe rêya pêşîn e, neg pêşketineke diyarker.

lȇ tevlȋ serkeftina dîplomatîk a ku bi vê seredanê hatibû qizinckirin jî pirsgirȇkên navxweyî hê jî pir mezin dimȋnin,  Sûriye, ku ji pevҫȗneke wêranker a 14-salî derketiye, lêçûna jinȗve avakirina wê li gorî texmînatên Banka navdewletȋ bi qasî 200 milyar dolar tȇ texmȋnkirin,di heman demȇ de %90ê Sûriyan jî di binê xêza hejariyê de dijîn, vȇce weke ku tȇ gotin Gok niha di qada Kongeresa Amerîkî de ye, ku beryarȇ li ser ҫarenivȋsa “yasa ya Sȋzer” bi nȗjenkirin yan rakirinȇ dide, her weha sîstema nû di navbera pêdiviyên ҫaksazȋ û pȇwȋstiyên serweriyê de, her weha di navbera daxwazên navxweyî û fişarên derve de rû bi rû yȇ birȇvebireneke hȗrgul dibe, ȗ pȇkanȋna dadperweriya veguhêz û avakirina saziyên demokratîk yên rastîn, wekȋ pȇmayeke bingehîn ji bo misogerkirina seqamgȋriya welat di dema dirêj de dimȋne.

 Ȗ li ser zemȋnê, Sûriya rû bi rûyê Ezmȗnin ҫarenȗsȋ ye ji bo tevlȋkirina hêzên leșkerȋ, ȗ kontrolkirina firaksiyonȇn xwecihȋ, û pêşveҫûn di dosyeyên girtîyan û qaçaxҫȋtiya kaptagonê de.

Li herêmȇ, aramkirina başûrê Sûriya bi Îsrayîlê re bi amadekariyên ewlehiyê yên pêşîn dȇ bibin Ezmȗneke dȋ ji şiyana dîplomasiya Emerîkayê re jibo ҫesipandina balansên nû. Di warȇ aborî de jî, bêyȋ vekirina deriyê veberhênanên navneteweyî bi rastî, vejîna Sûriyê dê hê jî paş xistȋ bimȋne, her çiqa germiya hevdȋtinên dîplomatîk bilind jȋ be.

Encam: Derî hate vekirin…lȇ astengî hê jî mane

Serdana Ehmed EL-Şer’e bo Koҫka Sipî, deriyekȋ ku bi dehsalan girtî bû vekir, lê derbasbȗna di wȋ derî re ji peyvên dîplomatîk bihtir dixwaze. Serkeftin tê wateya vegerandina Sûriyeyê bo nexșeya cîhanê wek hevparêkî çalak, lê biserneketin dibe welat bixe nav pêleke nû ya neseqamgȋr de. rêveberiya nû ya Sûriya di ezmûnek ҫarenȗsȋ de ye ji bo șiyana guherandina serkeftina dîplomatîk bo rastiyek peyda ji bo Gelê ku şer ȗ îzolebûnê ew westandiye.   

Tevlîbûna di hevpeymaniyê de dibe ku derî li ber sivikkirina parveyȋ ya cezayan veke, ȗ eve ya ku Sûrîya Ji bo jinûve destpêkirina çerxa hilberînê, ȗ Jinûve avakirinȇ pȇdivȋ pȇ heye, ȗ dibe ku serdana nûnerên panzdeh dewletên endamên Encumena Ewlekariya navneteweyi bo Sûriya ku Roja Pêncșemê 4/12/2025 ango berȋ ҫend rojekȋ ji bȋranȋna salekê ser rûxandina desthilata Beșar El Esed tê gihabȗn Șamȇ, ȗ ji bal Serok Ehmed El-Șeraa li”Qesra Gel”li Șamê hatin pêșwazî kirin, di wȇ ҫarҫoveyȇ de be, nemeze ku ew ji hêla çavdêran ve wekî peyama piștgiriyê bi Sûriya re tê dȋtin.

Lê kȇșe ȗ arȋșe ya herî mezin di wergerandina vȇ gavȇ de bo ҫaksaziyȇn rasteqîn yȇn ku pêşî li vegera tundrewiyê bigirin, ȗ jinȗve peymana civakî saz bikin, û şerê li dijî terorîzmê bikin beşek ji pirojeya dewleta nûjen, ne tenê dirûşmeke siyasî dimȋne.

îro pirs ne ew e ku gelo Şam bûye beşek ji şerê cîhanê yê li dijî terorê, lê belȇ ma gelo ew ê vê vekirîbûna navnetewî veguherîne derfetekê ji bo jinûve avakirina welȇt û vegerandina rola wȋ ya xwezayî li herêmê?

Ev kêliyek kêm e, ku ew dibe destpêkek nû, an jî ew di pirtûka derfetên windakirî de beşek dȋ dimîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.

Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî reşî şeşî Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.

<p...

Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn “6ê Befranbar 2725” li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.

Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina…