Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo
Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.
4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş Reşo.7-)Serpêhatiyên dîrokî)Soro.8-(Reya serbestiyê tenê di yekbûnê de ye.)Dengê Kurd,hejmar (7).9- (Bawerî di warê xebata welêt de) Osman Sebrî.10- (ji rewşên şoreşa me) Şefo.11-(Li pê xelkê mayîn şermkarî ye)Gênco.
Lê di vê hejmara duhem de jî hin helbestên sudar û bi giyanê netewperstî bi pênûsên navdar li tevnê ketine:1-(Pîrozî),2-(Newroz),3-(Jan),4- (Gîsin),5- (Ker û azadî) yên Osman Sebrî ne.6-(Evîniya min) M. Bor.7-(Bilûrvan) Hemreş Reşo.8- (Hey qehremanê miletê Kurd),9-(Ta kengî emê karker û cotkarê Began bin)Cegerxwîn.
Herweha jî çîrokek tenê di bin navnîşana (diçim Hec) bi pênûsa Osman Sebrî hatiye nivîsîn .
Kemal Fuad wek endamê komîta rêvebirê (komela xwendekarên Kurd li Ewropa) di gotara xwe (Erke pîrozekanî Hêviya welêt) de weha dinivîse: Derçûna kovara (Hêviya Welêt) ne tenê ji bo xwendekarên Kurd li Ewropa bi kelk û sudar e,lê belê ewa ji bo Kurdên Turkiye û Sûriyê jî kêrhatî ye.
Herweha jî ew rewşên gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê pir bi kurtasî di ber çavên xwendekarên xwe re derbas dike û zordariyên destlatdarên kevneperst û riçperest li ser gelê Kurdistanê dide xûyakirin.Lewra jî endamê rêvebir erkên kovara (Hêviya Welêt) di van çend xalên jêrîn de bi kurtasî dide xûyakirin:1-Erkî geyandinî dengî beşekanî Kurdistan be yektirî û be xwêndekaranî Kurd li Ewropa .2-Erkî geşepêdan û pêşxistinî ziman û edebî Kurdî û nîzîkirdinewey diyalêkte ciyawazkanî zimanekeman.
3-Erkî rûnkirdineweyî meseley niştîmanîman ke yekêke le amanca pîrozekanî komeley xoşewîsman.
Herweha jî li desteya kovarê re jî pêşniyar dike,ku ewa car caran bi zaravî Soranî jî berhemên xwe biweşîne taku Kurdên Kurdistanên Îranê û Îraqê jî kanibin wê kovarê bixwînin.
Lê bi hatina cejna Newrozê desteya rêvebira vê kovarê mijarekê di bin navnîşana (Bi hatina cejna Newrozê )arastî xwendevanên (Hêviya Welêt) dike û wan bi vê boneya dîrokî pîroz dike.Ewa bi kurtasî weha dibêje:Newroz di dîroka miletê me de bûyîneke mezin e,ewa tîne bîra me Kurdan ku çawa miletê me şoreş li dijî xwînmêjên xwe kir û ew ji ser textê keyatiyê (destlatdariyê ) avêtin,herweha jî ew bi dengê bilind jî hawar dike û zordariyên hovane yên dewletênTurk,Faris û Ereb li ser her çar beşên Kurdistanê dicersîne,lê bi taybetî ewa şoreşa Kurdistana Başur pîroz dike, hovîtî û dirindeyên destlata Îraqê li dijî gelê Kurdistanê şerpeze dike.
Lê Şivan di bin navnîşana gotara xwe (Newroz be xoş hatî,wê her bê,rojî serxwebûn) de bi kurtebirî weha bi xwendevanên xwe re dibêje:Bêguman e ku bîranîna vê rojê qedereke xwe ya zor mezin û hêja di dilê her kurdekî de heye,bîranîna newrozê,bîranîna zehmetkêşiya miletê me ye û ji hêla din de;ewa nîşana çirandina zincîrên koledarî û serfirazîyê ye.
Şivan bi şoreşa Barzanî jî ya ku di sala 1961 ê de destpêkiriye pir serbilind e û ew hîn dibêje:Vê şoreşê dengê Kurd li nav hemû cîhanê belav kiriye.
Nivîskarê vê gotarê hîn bang li xwendekarên Kurd li Ewropa dike ku divê ew dengê miletê Kurd di nav cîhanê de berz bikin.
Xwendekarekî din di bin navê Soro de gotarekê di bin navnîşana (Perîşanî) de diweşîne,ew bi gîştî nêrînên xwe bi van wateyên jêrîn derdibirîne:Perîşanî maka (cihdera)nexweşiyê ye;ewê ji sedsalan de şaxên xwe di nav miletê me de berdaye,perîşaniya mirovan ne ji Xweda daye, miletê me jî ji vê nexwaşiyê jî ne bê par e,lê di rastiyê de miletê me dikane jîna xwe bughêre û di bin destên karbidestan de nemîne.Lê Soro di vir de ne reşbîn e,ew bi geşbînî hîn dibêje:Lê niha miletê Kurd li tevayê Kurdistanê bi perîşaniya xwe hişyar bûye,ev jî di dîroka gelê me de bûyîneke mezin e,dijminên xwînmêj nema kanin mîna berê gelê Kurd bixopînin .
Sernivîserê Kovarê Hemreş Reşo gotareke dirêj di bin navnîşana (Nexweşiya me xweşiya neyaran e) de bi hurgil nêrînên xwe bi xwendevanên xwe dide nasîn û hişên wan bi agahiyên hişmendî perwerde dike û ew dibêje:Di pelên dîroka me de bang heye û dibêje:(Kurdino hûn kûr in,ez li vi rim),wek hûn dizanin piraniya birayên me ên ku di perçeyên Kurdistanê din de dijîn bi rêberiya (Partî Dêmokratî Kurdistan) xwe ji gelek nexweşiyên rizgarkirine û berve serxwebûnê de diçin,hêvî ev e ku Kurdistana Bakur jî rojekê pêşda bi xwe bihesin û van nexweşiyan ji xwe dûr bixin.Hemreş Reşo bi zelalî van nexwşiyan diyar dike û dinivîse:Nexweşiya me a mezin dilpaqijî,ezîtî,bê bawerî û oletî ye,ev nexwaşiyên jorîn bûne bobelat li ser serên me,em di dîroka kevin de herdem û ta niha hatine xapandin û yek ji van xapandinan ên giring di sala (1514) an de bû,heya wê salê (45) Beg di Kurdistanê aza de dijîyan û di wê demê de ceng di navbera Îraniyên Safewî û Turkên Osmanî hebû .
Sultan Selîm bi alîkariya Îdrîsê Betlîsî hemû Beglerên Kurdistanê anîn ser hev û bi wan re dostaniyek bi çar mercên jêrînî pêk anî.
- Beg dê di welatê xwe de mîna berê azad bin.
- Gava cengek dijî Osmaniyan bibe dê hemû Begên Kurd tev leşgerên xwe di bin serokatiya paşayê Osmanî de şer bikin.
- Gava ku dijî Kurdan cengek bû,dê Osmanî jî bi hemû hêzên xwe alîkariya Kurdan bikin.
- Ev li hevhatin û dostaniya dê her hebe.
Lê gelek mixabin ku ev dostaniya bi serketina Osmanîyan û bi mirina Sultan Selîm re tev çû axa sar (guristan) û Turkan nerindî xiste navbera Began û ew berdan hev,ev dilpaqijiya me ji bo wan bûye dermanek û wan kanîbûn bi hêsanî hemû Kurdistan bikin bin destên xwe.
Siyaseta Turkan ev e;ku Kurdan bikin du beş, wan wek dîkan berdin hev û gelê Kurd ji hemû mafên netewî bêpar bihêlin.
Li dawiyê Hemreş Reşo hîn dibêje:Divê em xwe ji van nexweşiyan rizgar bikin û pêwwîst e em bi yekitiyê,wekheviyê bawer bin.
Herweha jî Soro di gotara xwe (Serpêhatiyên dîrokê) de balên xwendevanên xwe dikşîne ser hin xalên giring di dîrokê de û ew bi van
-4-
wateyan wisa dinivîse:Gelek milet û netewên berî me di tevgera azadîxwaza xwe de pir welatparêz gornekirine,hêviya wan ew bû ku piştî derxistina zorkerên welatên xwe,gelên xwe bighînin azadiyê û dê welatên wan bibin buhuştek yan nîv buhuşt li ser rûyê zemîn,lê bi taybetî ev diyardeya di nav tevgerên miletên li paşvamayî, Asya,Afrîka û Emerîka latînî de xweş dide xûyanîkirin,lê em Kurd jî ji vê diyardeyê ne bêpar in,lê pir caran karbidestên wan welatan,welatên xwe ji miletên xwe re dikin zîndan û golek ji xwînê û karbidestên wan welatan soz û hêviyên têkoşerên azadiya welêt bi cih nayênin,ew dixwazin ku ew û çîna xwe bibin xwedanê xêr û bêrên dewlemendbûna welêt û milet careke din mîna berê dikeve ber paşvemayînê,di wê hîngê de hîn xebateke dijwartir li dijî kevneperst û nokerên Împiyalîstan tête pêşiya gelê Kurd.
Herweha jî di gotara (Reya serbestiyê tenê di yekbûnê de ye)de bi ya me be,li vir komîta (Dengê Kurd) pêçîyên xwe pir baş û gelek di cih de daniy ser birîn û janên gelê Kurd û Kurdistanê û dibêje:Gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê xebateke dijwar ji bo mafên netewê bi rêve dibe,lewra jî ewa ji ber destên dijminan zordariyê,kuştin û lêdanê bi her awakî dibîne,lê piştî ku partiya Bes destlatdariya Îraqê kir,Kurd hêvîdar bûn ku ewa çareseriyeke dadmend û rewa ji bo mafên gelê Kurd bibîne û xwedmixtariyê ji gelê Kurd re di çarçewa dewleta Îraqê de biçespîne,lê karbidetên nûh jî dane ser şopên deslatdarên berê û şer li Kurdistanê hîn berdewam kirin,lê li Sûriyê jî,Besiyan rêya neyartiya Kurdan dane ber xwe û bi her endizyariyekê şerê wan dikin û ew dixwazin birek ji Kurdên Cezîrê ji ciyên wan derxînin û Erebên koçer li dewsa wan de bi cih û war bikin.Lê li Turkiyê jî Kurd bê mafên netewî mane û her kesê berevaniya mafên gelê Kurd dike,ew tête kuştin yan ew di binî zîndanê de tête rizandin,lewra jî divê Kurd bi yekdengî û bi yekdestî li dijî neyarên welatê xwe rawestin.
Lê di vir de dibe xwendevanek pirs bike,gelo çima di vê gotarê de ne bi erênî û ne jî bi neyînî li ser destlatdara Îranê,zordariya Şahinşahê xwînvexwar,rûxankerên (komara Kurdistanê) li Îranê tiştek ne hatiye nivîsîn !?.
Bersiv gelek bi zelalî ev e:Pêşengê gelê Kurdistana Başur,serokê şoreşa Kurdistanê têkoşer û nemir Mile Mistefa Barzanî li gor berjewendiyên
şoreşa Kurdistanê pêwendiyên xwe bi Şahê Îranê Mihemed Riza Behlewî re hebû û bi alîkariya wê deslatdarê têkoşîna şoreşgerî li Kurdistanê li dijî Ehmed Hesen Bekir û Sedam Hisên birêve dibir,lê piştî lihevhatina Sedam û Şahê Îranê di sala 1975 an de û helwesta Emêrîka ya neyînî; şoreşa pêşengê gelê Kurdisanê nemir Mile Mistefa Barzanî têkçû.
Nemir û şoreşgerê Kurdistanî Osman Sebrî di kurtegotara xwe (Bawerî di warê xebata welêt) de balên xwendekaran dikşîne ser têgeha baweriyê;ew dibêje:Di warê xebata welêt de(Bawerî) çeka herî xurtir e û xebata bê bawerî tucarî naçe serî.Apo Osman Sebrî vê nêrîna xwe bi sê xalên jêrîn baş ronî dike.1-Divê em bi dadmendiya daxwaza xwe bawer bikin.2-Eger gelê Kurd ji xewê şiyar be,tiştek nikane xwe li ber xurtiya wê ragre.3-Divê em ji xwe bawer bikin ku em kanin gelê xwe bidin ser rêya rast.Di encamê de Osman Sebrî di vê baweriyê de ye,eger kîjan xale ji van xalên jorîn tune be,têkoşîna gelê Kurd seqet dibe û gel naghîne armancên xwe .
Wek me li jor destnîşan kiriye ku gelek helbestên nivîskarên gernas û rûmetbilind jî di vê hejmarê de hatine weşandin,Osman Sebrî bi boneya weşandina (kovara welêt) de helbestekê bi(14)malikan di bin navê (pîrozî) de belav dike,ew di vir de dibêje:Derxistina vê kovarê bi vî navî xweş ji bo xortên me yên li Ewropa lêhatineke gelek hêja ye,ew tekez dike ko ev kovara jî; dê ji bo welêt cirûskek geşdar be û zimanê me dewlemend bike:
(Kovara me ya nû îro (Hêviya Welêt) e
Dê wek royê ronak bike dinya me ya tarî
Zimanê me yê paşvemayî zar bike zengîn
Di vê reya han gelê me dê zûka şiyar be
Wê hîngê hezar xwelî li nav çavên neyar be.
…).
Lê bi boneya hatina cejna netewî(Newrozê) desteya vê kovarê helbesteke Osman Sebrî bi (44) malikan diyarî pêşkêşî xwendekarên xwe dike.Osman Sebrî di vir de xwe û xwendevanên xwe pir dilgeş dike û bi cejna Newrozê xwe serbilind dibîne û ew panorameke gîştî û ciwan
cejna Newrozê ji xwendevanên xwe re nîgar dike,gulên Buharî,tovên azadiyê di dil û hestên wan diçîne û bi stêrên çavên xwe wan jî av dide.
(Newroz çiqas delal î vedikujênî derdan
Gul û kûlîlk û çîçek dipişkivin di baxan
Çi keç û xort û mendal kal û pîr û bûk û jin
Dikin cejna sê rojan bi xweşî û ken bang
…. )
Osman Sebrî di helbesteke din di bin navnîşa (Jan) de (111) malikan dirêse û di vir de nêrîna xwe li ser nezaniyê derdibrîne;ew dibîne nezanî û neyar mîna hev in û ew derdê nezaniyê weke Janeke giran dibîne û Kurd ji ber wê derdê dinale,ango;ew dixwaze gil û gazinên xwe ji nezanên Kurdan bike û ji wan re bi xemgînî dibêje :
(……
Tu jana giran î
Navê te nezan î
Bê şik tu neyar î
Nezan dîl û bindest
Qelsok,reben û jar
Bin destê koledar
Ev bû ne hezar sal
Bê rûmet û bê al .
…… ).
Lê şahsîwarê helbesta Kurdî Cegerxwîn bi dengê bilind û bi dilek şewat di guhên keç û lawên hemwelatiya xwe de dike qîrîn û wireyên wan bilind dike,ew ji wan daxwaz dike ku ew ji xewê şiyar bin û ji bo mafên xwe yên netewî bi serbilindî û bi wêrekî têkoşînê bikin :
(Hey qehremanê miletê Kurd şerm e tu razî
Meydan didî dijmin û li qada te bibazî
Ger heq tu nexwazî kî ye heqê te bixwazî
Ta kêngî her û her bi vî rengî tu bimênî
Ta kêngî wisa girtî û bin tarî û şev bin
Herkes bi me zanî bi xwe Kurd şêr û piling e
Hey,hey qehremanê miletê Kurd rabe dereng e
….. )
Dûmahîk heye