Can Yûsif*
“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”
Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û di tariya zordestî û bindestiyê de rê ronî kirin bi diwêta pênûsên xwe .
Bi wê yekê wan karîbûn mîrasa çandî û wêjeyî ya neteweya Kurd biparêzin û ziman û nasnameya Kurdî zindî bihêlin dûrî ji windabûn û pijavtinê, bi rêya gotin û helbestên xwe yên ku tê de derbirîna têkoşîna bav û kalan û xewnên nifşên paşerojê dikirin.
Helbestvana Kurd Narîn Omer yek ji wan helbestvanan tê hesibandin ku pênûsa xwe li hember zilm û zordaran kirine çek û jiyana xwe terxan kirine ji bo azadî û rûmetê û parastina nasnameya Kurdî ji windabûn û jibîrkirinê .
Di dilê bajarê aram ê Dêrikê de, hevcêwiya Cizîra Botan û Zaxoka Bahdînan, ew gewhera Kurdî ku dikeve di navbera Bakur, Başûr û Rojava yê Kurdistanê de , ku çemê Dîcle bi hêzû kêferara xwe wan ji hev vediqetîne, bi pêlên xwe yên azad sirûdên mandariyê distirê û awazê sermedî li peravên dîrokê lêdixe , çiyayên Cûdî û Bêxêr mîna bazeyan ji mêj ve
wê diparêzin.
Ew bajarê ku di dirêjahiya dîrokê de bû dergûşa olên esmanî, û wargehê şaristanî û çandên cuda û kevnare ku mohra xwe li ser kevir û mirovan hiştibûn, û kevir û zinarên wê hîn jî bi ruhê Med û Suberiyan di pestînin, û bêhna mîrateya Mîtaniyan û Hûriyan ji axa wê dibare.
Û li vî bajarê ku di dirêjahiya serdeman de sembolên wêje û ramanê anîne jiyanê mîna (Ehmed Şêx Salih, Omer Lalî, Lorî Taldarî )û yên din ji nivîskar û helbestvanên ku bi ronahiya gotinên xwe û afirîneriya giyanên xwe asîmanê edebiyata kurdî ronî kirine, li ser vê xakê pîroz helbestvana kurd Narîn Omer di sala 1967’an de ji dayîk û bavek Kurd (Omer Sêfidîn û Hediya Melek) , di nav malbateke kurdperwer ya kedkar û welatparêz de, ku ji pênc xwîşk û du birayan pêk tê hatiye dinyayê.
Hemû bi nirxên welatparêziyê, di maleke bi hezkirina ji bo welat û ku ala Kurdayetiyê wek sembola rûmet û wefadariyê tê de hatiye bilindkirin, mezin bûne.
Dê û bavên wan ew mezin kirin ku xak ne tenê ax e, lê ew bîranîne, nasname û xwîn e ku di damarên wan de diherike û zimanê kurdî dayîka hebûnê û kilîta mandariyê ye.
Bavê wê yek ji kesayetiyên naskirî yên netewî li bajarê Dêrikê bû, û ji ber helwestên xwe yên niştimanperwerî, rastî zîndan û îşkenceyê hat û di sala 1969’an de koça dawî kir û heft zarok li pey xwe hiştin û Narînê di wê demê de piçûk bû û temenê wê ne zêdeyî du salî bû.
Narîn zarokatiya xwe di hembêza bajarê Dêrikê de derbas kir, şarê ku di hembêza çiyayên Cûdî û Qerejoxê de radize û bi henaseyên çemê Dîcleyê û bi pestînên pirpirîkên bedew şiyar dibe.
Ew di kolanên wê yên teng û taxên wê yên kevnar de, yên ku bêhna nanê teze û hêlma axê şilbûyî bi xunava serê sibê jê dibare , û di nav kavilên qijleya Firinsî de, ku her kevirek yê wê çîroka demeke dirêj vedibêje, û li qiraxa kaniya leşkerî, ku jin û keçan cih tijî jiyan dikirin û cerên avê di destên wan de dibiriqin, ken û sohbetên wan bi awazên bayê re direqisin, germ û ronahiyê li asoyê dibarînin, mezin bûye.
Di hembêza xwezayê de, di nav çîrokên bav û kalan û dengê jinan de, yekem hişmendiya Narînê geş bû û evîna ax, ziman û nasnameyê di giyanê wê de derket holê û azweriya peyvê di dilê wê de çêbû, ku piştre bû vedenga azadî û rûmetê di helbest û çîrokên xwe de .
Hewesa Narîn ya ji bo wêjeyê di zarokatiya wê de dest pê kir, di bin bandora birayê xwe, helbestvan Adil û pirtûkxaneya wan a tije pirtûk, ku ji danişînên wî bi hevalên xwe re ew fêrî zimanê peyvê bû, kûrahiya vegotinê fam kir, nirxên raman û azadiyê di rihê wê yê ciwan de hate çandin û bi wê re dest bi rêwîtiya dirêj a ber bi afirînerî û gotina azad kir.
Narîn welatparêzî ji çavkaniyên bavê xwe û hişmendiya wêjeyî ji birayê xwe girtiye û bi piştgirî û handana xwişka xwe Perîxan gavên xwe yên pêşî avêtiye , ruhê wê bi kurdayetiyê û hezkirina ax û ziman ve tijî bûye.
Wê ji lavijên dêran, sirûdên mizgeftan, û bangdana Mela Hemdiya, ji awazên Cemal Sadûn, stranên jinan ên di dawetan de, û dengên tevr û bêran
li nav zeviyan de , peyvên herî paqij ên ku helbestên xwe pê xêz dike wergirtiye û xêzên afirîneriyê bi tîpên zêrîn vehûnandiye.
Wê ji xuşîna kaniya leşkerî, xumxuma çemên Safan û Dîcleyê û çîrokên dapîran ên şevên dirêj ên zivistanê de, ruhê xwe yê afirînerî û kûrahiya ezmûna xwe ya wêjeyî wergirtiye , lewra nivîsên wê bûne çîrokên zindî û mîrata nasnameya kurdî digihîne her dilê ku dixwîne.
Wê xwendina xwe ya seretayî, amedeyî û navîn li dibistanên bajarê Dirikê qedandiye, paşê Wêjeya Erebî li zanîngeha Şamê xwendiye, û di sala 1995’an bi dawî kiriye , zêdetirî bîst û pênc salan ji jiyana xwe terxan kir ji bo karê perwerdehiyê, di navbera qonaxên perwerdehiyê yên cihêreng de derbas kiriye, ruhê zanînê û hezkirina ziman di nav nifşên li pey hev ên xwendekar de belav kiriye.
Di heman demê de wê di qada çandê de jî çawa ku li erdeke tî gul tê çandin, wê peyvê diçandin, di gelek xebatên perwerdeyî, çandî û civakî de cih girtiye û wêje ji bo wê bû pencereya azadiyê û penageha giyan.
Wê rêwîtiya xwe bi peyvê re di pirtûkxaneya mala xwe de û di nav berhemên helbestvanên Kurd, Ereb û Navneteweyî de dest pê kir, di sala 1980 de, piştî mirina diya xwe, helbestên xwe yên yekem dinivîse û ji malbat û hevalên xwe re dixwîne ,wê kêlî zayîna wê ya rastî bû, ji hingê ve Narîn dev ji nivîsandinê bernedaye.
Helbest jê re bû mal û welatek û riste jî bû hevrêya giyan û neynika wijdanê.
Narîn nivîsên xwe bi Kurdî û Erebî dinivîse. Wê helbesta klasîk, helbesta azad, nûjen û pexşan nivîsiye. Şarezayiya wê tenê bi nivîsandina helbestan re sînordar nema,wê roman û kurteçîrok jî dinivîsand û mijarên wê cûr bi cûr bûn di navbera evîn, hesret, welat, azadî, jin û bîranînê de.
Îro, wê zêdetirî çardeh pirtûkên çapkirî hene, di nav de helbest, roman û lêkolînên edebî, di nav de:
1-Perîxana min” Helbest- bi zimanê kukurdî-
2-Hinga bêdengî can dikêşe” Helbest- bi zimanê ErebîHelbe-
3-Çaxê derbideriya ber bi rojava ” Roman- bi zimanê Erebî.
4-Axoşkirina Pênûsê û demsalên giyan ” Roman bi zimanê Erebî
5-Kenê Şanya” Helbestên zarokan- bi zimanê kurdî -2018
6-Henaseyên Jiyanê” Roman bi zimanê Kurdî.
7-Pistepistên bîrîranê”-Roman bi zimanê Erebî”
8-Tîrêjên vejînê” li ser hunermend û dengbêjên kurd yên jin
9-Çavên Dil” Helbest- bi zimanê kurdî 2020.
“10-Navdarên Kurd” bi hevkariya nivîskar û dîroknas Behcet Ehmed sala 2021
11-Rojpirtûka Diya min” kurte çîrok bi zimanê Erebî- 2023
“12-Çavên dil” Helbest – wergerandin bi zimanê Ingilîzî – 2023
13-Pencemora evîndaran” Helbest wergerandin bi zimanê Elmanî/ -2023
14-Pirtûkek hevbeş bi çend nivîskaran re bi navê” Mirovên ku dîrokê ew dadperwer nekir” 2025.
Ji bilî berhemên wê yên çapkirî, zêdetirî panzdeh destnivîsên wê ji bo çapê amade ne, di nav wan de çîrok, roman û lêkolînên wêjeyî û civakî hene.
Narîn Omer beşdarî di damezrandin û rêvebirina hejmarek kom û yekîtiyên çandî û civakî de li bajarê Dêrikê kir, wek: (Baxê Jinên Dêrika Hemko, Tevna Çand û Hunera kurdî , Hevbenda nivîskarên Dêrikê û Koma Dêrik ya Çandî).
Û niha ew:
1-Endama komîta rêvebir ya Yekîtiya” nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê ye.
2-Endama Komela “Jiyan” û Yaneya Çand û Huner ya “Jiyan e”.
3-Endama komeleya ” Hinar” yand çand û wêje ye.
4-Endama komeleya “Çanda Bê Sînor” li Almanya ye.
5-Endamê komeleya ku li Karlsruheyê projeyên însanî piştgirî dike.
Narîn Omer ji ber keda wê ya zêde di qada edebiyata kurdî de gelek xelat û spasname ji dezgehên çandî wergirtine, ji wan:
1-Xelata Seydayê Tîrêj ya helbestê (2006).
2-Xelata Festîvala Helbestê ya kurdî ya 19’an li Qamişlo (2014).
3-Xelata Seydayê Cegerxwîn (2014 û 2017).
4-Xelata helbestvan Mela Ehmed Palo
5-Xelata yekemîn ya pêşbirka romana ere-bî li Cezayir، wekhevî bi romannivîsekî din
6-Xelata sêyemîn di pêşbirka kurteçîrokê ya li Behreynê (2008)، bi serperiştiya Dr. Xeldîy-a Al Xelîfe.
7-awernameyên rêzgirtinê ji saziyên çand û hunerî yên Almanya û Ewropayê.
Narîn helbestên stranbêjiyê bi şêwazeke kilasîk, ê xurt, bi şêrîniya derbirînê û dilpakiya hestan nivîsandine ku gelek hunermendên kurd li deverên curbicur kirine stran û gotine, wek:
1-Cemal Sedûn – (Soz didim te).
2-Ronî Cezrawî – (Bi xatirê te، Dilê min
3-Azad Feqe – (Keçikin hatin yadê-
Hate canê şêrîn)
hate
4-Ciwan Sebrî – (Ez koçber im-
Refrandûm.).
5-Fewzî Elî – (Xew çû، Dêrikê rengîne).
6- Dilo Doxan – (Wê kenî، Dilê dilê، Bûkê).
7-Hêvî Murad – (Xewneroj).
Narîn beşdarî bi dehan festîvalên helbestê li hundir û derveyê Sûriyê bû, ku hebûna wê ya birûmet û beşdariya wê ya bibandor di qada wêjeya kurdî de piştrast kir, mîna:
1-Festiwala helbestê ya Duhokê – 2014.
2-Festivala Cegerxwîn li Herêma Kurdistanê – 2008.
3-Kongirê damezrîner a Yekîtiya Jinên Kurdî li Sûriyê – 2012، ku ew xwedana projeyê bû.
4-Konferansa Revenda Kurdistanî li Sirgûn ê – Berlin، 2024.
5-Beşdariya piraniya çalakiyên Festîvala Helbestê ya Rojavayê Kurdistanê de.
6-Beşdariya bîranîna helbestvan Ferhad Ecmo li Parîsê di sala 2017an de.
Di qada wêjeya Kurdî û Erebî de xwedî cihekî girîng bû, ji ber ku gotar û nivîsên wê di gelek kovar û rojnameyên Kurdî û Erebî de hatin weşandin.
Ji lewra çend kanalên televizyonê jî bi wê re hevpeyivîn û dîyalok pêk anîn, mîna:
(Peyv, Ronahî, Stêrk, Nûçe, Rûdaw, War, Rêbaz, Ark, El-Yûm û kanalên din)
Herwiha nivîskar Narîn Omer hin bernameyên çandî û medyayî pêşkêş kirine ji bo xurtkirina hişmendiya zimanî û wêjeyî , wek:
1-Bernameya “Ziman û Jiyan” li Peyv TV.
-Bernameya “Navbêjên Kurd” li êzgeya Siba FM.
Nivîskar Narîn di sala 1993’an de zewicî ye û dayîka sê zarokan e.
Di sala 2015’an de ji Rojava derket û berê xwe da Almanyayê û îro li bajarê Karlsruheyê dijî, xebatên xwe yên çandî û mirovahî didomîne û ala peyva kurdî ya li sirgûnê bilind dike.
Ew bi erebî û kurdî dinivîse û berhemên wê yên ku hatine wergerandin bi zimanên Elmanî, Îngilîzî, Spanî,Fransî û Tirkî hene.
Narîn Omer ne tenê nivîskarek an helbestvanek e ku tenê helbestan dinivîse, lê ew bîranînek çandî ye, û dengek e ku hevrêziyê dike di navbera
xewn û êşê , jinbûn û welat, di navbera sirgûn û hesretê de.
Îro di bilindahiya dayîn û afirîneriya xwe de ye, helbest, roman, kurteçîrok û gotarên wêjeyî û civakî dinivîse û piraniya berhemên xwe li ser jin, zaroktî û malbatê radiweste.
…………………….
*Can Yûsif:
Helbestvanek kurd e ji bajarê Dêrikê yê li Rojavayê Kurdistanê ye.
Çend berhevok helbest hene û di warê medyaya kurdî de