Mihemed ê Sêrû

Fewaz Ebdê 

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne û ava zelalî bê kêmanî ji bilî ku şewqa asîmên tê de reng vedide.

Sê rê ji Golê derdiçin, sê rê ji cama hişk û zelal hatine çêkirin. Hersê rê bi daran, gul û şênkatiyên kêmpeyda sergirtî ne; hin ji wan ji giravên dûr hatibûn anîn, hin jî tenê di helbestan de têne çandin. Li dawiya her rêyekê Vêllake nûjen heye, Dîwarên wê bi mermerê herî baş û buha hatine pêçan, û di ser her deriyekî re hevokek bi ava zêr hatiye nivîsandin:

“Ev bi saya Xwedanê min e!”

Vêlla yekem a bav e; Mihemmed, xwediyê şaşika sipî.

Vêlla duyemîn a kurê mezin; Mehmet e, xwediyê ala sor.

Vêlla sêyemîn a kurê biçûk; Mihemed e, xwediyê taximê gewr.

Sê rû ji yek Mihemedî re, sê Mihemed ji yek rûyê re; sê rê, sê kilît, ku hemî ber bi yek bîrdankê: yek goristanê ve vedibin.

Mala Qelşan

Berî ku vêlla bên avakirin, berî ku cam bên danîn û wan bi gola avjeniyê ve girêde, Mihemmedê Sêrû -ew navê ku ji hêla zarokekî ve lê hatibû kirin û bi lez li seranserê taxê û dûv re jî bi bê re belav bû – di xaniyekî jihevketî de dijiya, her qelşeke di dîwêr de, bi bê re difîkand û bi bahozê re dikir hewar. Xaniyekî ew ji baranê ne diparast, lê dikaribû sê rûyên Mihemmed veşêre.

Mihemmed şaşikeke sipî mîna konekî dabû serê xwe û bi roj li mala “Hevbîrdanka Dîmoqratîk” rûdinişt, li ser azadî, mirovahî û rûmeta ku ne tê kirîn û ne tê firotin diaxivî. Peyvên “demokrat” û “demokrasî” her û her li ser zimanê wî bûn.

Dengê wî qubbe û xurt bû, û hêsirên wî li hemana bûn; zû bi zû û bi hêsanî ji çavan dihatin xwarê. Gundiyan, û dûvre xelkên bajêr jî, baweriya xwe pê anîn, çewalên genim û pere danê, malên xwe li ber vekirin û heta navên zarokên xwe yên şehîd diyarî wî kirin.

Êvara Înê, ew bi dizî di deriyê paş re derdiket. Berê xwe dida şaxa ewlehiyê, rapor dida wan û perê xwe distandin û vedigeriya da Xutba sibe –Xutba Înê- binivîse: “Azadî, ta ku ji xwe netirse, ew qet nayê tepeserkirin.” “Demokrasî tê, ta ku bi agir jî were şewitandin!”

Mehmet, kurê mezin, ala “Partiya Çemê Bakur” hilgirtibû, ew partiya ku piştî danûstendina li ser awayê derbaskirina çekan parçe bû û bi navê “Partiya Dukevî” hat naskirin. Ew ji welatekî diçe welatekî, li ser televîzyonan qarîn û qîjewîja wî ranaweste, her ew mirovan ber bi şer ve dajo û li ser şehîdbûnê diaxive mîna ku li ser xwarineke xweş biaxive.

Wî di jiyana xwe de, ji bilî di dawetan de, yan jî dema ku bixwaze wêneyekî bo bîranînê bikişîne, wî qet fîşek neteqandine. Lê ew hesabgirekî pir jîr û jêhatî ye, dizane çawa pere yên xwebexşan ji xwe re bike semyan û çawa çekên ku qet negihên ti cihî bikire. Zane kengî solê balêse û kengî fermanan derxîne.

Axaftina wî her li ser azadiyê ye; ew azadiya ku tenê bi xwînê tê bidestxistin, û pirr caran vê helbestê dibêje:

“Ger azadyê dixwazî   her birjîne xwîna sor

Li Alê bineqşîne          rengê rokê weke mor”

Û her digot: Rast e pêdiviya şoreşê bi xwînê heye, lê çi xem e, ku em buhayê wê xwînê bikin pere!

Mihemed, kurê herî biçûk, kincên fermî li xwe dike – kincên ku buhayê qumaşê wan nade – û li ofîsên fermî li paytextê rûdinê.

Bi roj, ew di kanala xwe ya televîzyonê ya taybet de, ku piştgiriya wê ji hêla koşka serokatiyê ye, diaxive, li ser aramiyê diaxive; aramiya ku buhayê wê tenê bêdengî ye. Û herûher êrîşî ajan û xayînan dike. Û bi şev, bi wan ajan û “xayînan” re dicive û himberî hin agahdariyên sexte-rast bi wan re peyman û rêkeftan îmze dike.

Ewî her ji kesên nêzîkî xwe re digot: Ta bi dilsozî û piştgirî jî dikevin bazara danûstendinê. Ku perakî baş tê bê, ne xem e mirov mehê du caran wan biguherîne! Na, na, di heftê de, ne di mehê de.. na, na, û çima di heftê de.. di rojê de wîî..

Di vê malê de, şer di bin derî re derbas dibû, şopên xwe li ser dîwaran dihişt, û gef dixwar ku wan ji holê rake. Lê Mihemmed tiştekî din ava dikir. Li ser goristana pakrewanan bi dizî projeyek ava dikir; li wî cihê ku ji bilî bêdengiyê ti tişt tunebû.

Derbasbûna hundir qedexe ye

Jineke bi cilên reş, wêneyekî kurê xwe yê şehîd û guldestek ji kulîlkên çolê hilgirtiye, ber bi derî ve diçe. Li nêzîkî wê, zarokekî rahiştiye wêneyê bavê xwe; wêneyê ku girnijîna berî can jidest bide û bibe pakrewan, li ser dêman diyar e.

Herdû li ber derî rawestandin; cerdevanan nehiştin ku derbas bibin. Cerdevan bi cilên fermî, berçavkên reş û amûrên têkildariyê ku tenê fermanan ji perpirsiyarên xwe bigirin.

Dayik, ne şikestî, lê weke ku barekî giran li ser milan be, paş ve vedikêşe.

Zarok ji paş sêncan hersê Vêlle û gola avjeniyê dibîne. Çavên wî bi “Ev bi saya Xwedanê min e!” dikeve; çawa di bin tîrêjên rokê de dibiriqîne. Li bavê xwe dinere û bi dizî jê re dibêje:

“Ta bi wêneyê te jî qedexe ye yabo! Xwezî hema ji me re bigotana bê hestiyên te bi kû ve birine!”

Li hundir, civîna komîteya rêvebir a kampanya “Muhammad Holding” lidarxistî ye.

Li derve, kulîlk di destê Dayikê de diçilmisin, lê nakevin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...