Nivîskarê Kurd ê zindankirî “Hecî Nehsan” pirtûka xwe ya 13ê derxist

Hecî Nehsan berhema xwe ya 13ê bi navê “Sî û Olan” di navbera dîwarên zindanê de nivîsand û weşanxaneye Nayê ya bajarê Îzmîrê çap kir.

“Sî û Olan” komhelbest e, ji 66 rûpelan pêk tê û 52 helbestan li xwe digre.

Helbestek ji wê pirûkê :

SÎ Û SÎ

Çi dijwar e
Mirov di navbera xwe û sîya xwe de asê be
Dibê sîyeke din hebûya
Da kû sîya min xwe li ser wê de bikuşta
Divê sîyeke din hebûya
Di navbera min û bûneweriya min de
Dibê sîyeke din hebûya
Sîya min pê geş bibûya.

Hecî Nehsan kî ye?
Di sala 1974ê de li gundekê Kobaniyê hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan/ cerribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Eylûl, Tîroj û Ûmûş Eylûlê de hatine weşandin.
Ev 28 sal in ku ew ji ber doza siyasî li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye, niha li girtîgeha Tekîrdagê girtî ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê…