Wexera sebrî botanî ya 27an

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava kurdî û netewa kurd û dema kurdan sala 1970î otonomî wergirt hingê keyfa Botanî hat ku bizava kurdî li başûrê welatî bû yek… Lê dema ceng sala 1975an rawesta hingê dîsan bizava kurdî bû du parçe û ji hingê ve ta îro gelek ziyanên mezntir gehişitine bizava kurdî û netewa kurd. 

Hêviya Botanî ne tenê kurd li parçeke welatî bibine yek lê belê li her çwar aliyên welatî, lewra ewî helbesta (Bilûra min) li ser yekgirtina kurdan nivîsî ku kurd li bakûr û başûrê welatî divêt bibine yek “Dengê Metîn û Cûdî ye”: Metîn, anku bizava kurdî li başûrê welatî û Cûdî, anku bizava kurdî li bakûrê welatî. Lê mixabin e ku ji ber vê dîtina Botanî, ziyaneke mezin gehişite wî û malbata wî jî. Di dûmahiyê de navdarî û nemirî bo Sebrî Botanî ne. ‌

Bilûra min

 

Bilorîne, bike gazî

Çi hawar û çi qêrîne

Kurd millet e, bê dewlet e

Ji her alî dilbirîn e

Bilorîne, bike giv giv

Ew dizanin çi giv giv e

Dengê Metîn û Cûdî ye

Kurmancî ye wek hingiv e

Kurmancî: Mebest ji “kurmanc“ li vêrê netewa kurd e û “kurmancî“ anku zimanê kurdî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…