Fewaz Ebdê
Dengeke
Ne ji radyowa Yêrîvanê herikî
lê
ji rabirdûke kwîr kwîîîr
ji neqebên çiyê
ji banê şikeftan dilopeke av î bêdawî
çip
çip
çip
li Şanîder kom dibû
hestiyên mirovê yekemî Niandirtal
jê vedixwin
û radibin li ber dengê wê
li ber awazên ku ji şêsthezar sal ve sar nebûne
agir ji “Kevrê Hest” şiyar dikin û
dîlaneke kurmancî digerînin.
Dengê wê ji banê şikeftê
dadikeve
mîna ku Anahîta cêrek ava pîroz
gupkiribe dilê “Hezar mêrd”
û ji hestiyan
zeviyek genim şîn dibe.
“Neçe avê Xezalê”
Wê hovên cilreş te ji Şingalê birevînin
Xwe bavêje tor û bextê “Qasimo”
da ku kevir û kuçên Zagros
bibin pencere û
bapîrên me bi çavên kesk
mîna zeviyên Hewramanê
serê xwe di wan re bidin der
û bigirnijin
çimkî naskirine ku stiran
mifta nepenî ya man û berdewamê ye.
Li ser çiyayê Cûdî
Awaza “Lê lê Dayikê”
bû kaniyeke ava kevn
kevir û kuçên çiyê jê vexwarin
û dilê wî jiyaneke nû damezirand.
Li Mêrgebanê
Vedenga stiranê
dîwarên şikeftê ronî kirin
Weke agirê Kawayê hesinkar
ku qeyd û bend helandin
û bêdengiya sedsalan di bin kevanê rivînê de
kirin banga azadiyê
Aslîka, ne jinek e
Aslîka Xwedawendeke
li kumbuta Araratê
qenawîçên berfê dihûne
Pêk a çiyê bi meya sipî dadigire
ewr serxweş dibin
û rok bi ken
serê xwe di paş kilîlê re derdixîne.
Aslîka, ne hema dengbêjeke
Ew dawîtirîn efsaneye ku nehatiye nivîsandin!
Neqşên bapîran
weke gulin hişk vedike
û piştî hezarên salan
bêhnê li wan vedigerîne
stiraneke ti carî ne pîr dibe
ne diçilmise
diafirîne:
“Welatê me Kurdistan e”
[I][I] – Bi boneya 80 saliya Hunermenda me Aslîka, ku 20.09.2025 li bajarê Köln ê Almanî di bin siya Encûmana Hemamengî de pêk hat.
==========
https://www.facebook.com/watch?v=752860644238445