Xoşhnav Silêman
Pistînên hebûneke bêdawî diqîrin
Ristên helbestan jê der tên
mîna pêleka jenînê derdikeve
mîna xewnên serxweş
Li kuçeyên şevê dimeşin
Mîna awazeke winda
Hûn li benda şevê ne
Bi guhekî ber bi nobedaran ve
Tu li dengên bêdengiyê guhdarî dikî
Weke ku xwendevanekî zimanê gerdûnê
Di çavên tarî dirame
Tu di navbera tîpên wê de mîna tilismên bêşîfre digerî.
Hemî alfabeyan çêdikin
Û ji peyalên çîrokan vexwe
Ez kaş kirim ber deriyê ferhengê
Ji bo avakirina roniyên peyvan.
Kombûna çirûskên șemûs
Di çerxên efsaneyî de belav bûne
Rûpelên çîrokan vedigerin
Șevbuhêkên Stêrkên hîna ye
dihizire û sewdanên stranbêjiyê dike
Di gorîgeha tobeyê de
Di çîrokekê de evîndarekî tacdar
Bi evîna bêdawî