Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan e, hem dema wê ya zêrîn ya berhemdanê ye û hem jî di qada helbestê de, xwedan cihekî ye, ku bi xwîn û xwêhdanê xwe gihandiye. Xwedê te bi selamet bike, xwarzêya hêja, helbestvana hêja Mizgîn Hesko.
Ev vê helbestê diyarî te dikim û bi hêviya tu qada helbestên vala nehêlî.
Malxuya Peyvan: Mizgîn
Jiyan di helbestan de,
melodiyên xemgîn xakê dixin,
bayekî nerm di nav daran de diçirise.
Helbest, xurt û kûr e,
tîrêjek ji ronahîyê di nav sîtavê de,
xemgîniyê ronî dike.
De rabe lê, helbest bêriya te dike
Jinek ji bo PEYVÊ ji dayik bûye,
Welat kire perestgeha peyvê,
peyv wek tov dikevin.
nivîsa bêdengiyê xerman e,
çîrokên di nav mirmirandinê de winda dibin.
Gavên bêdeng,
zimanê hêviyê,
amade ye paşerojê himbêz bike.
Di dilê wê de, xewn direqisin,
Ba bi peyvên rengîn dixemilîne,
spî belav dikin.
De rabe lê, helbest bêriya te dike
Mizgîn: pira di navbera hêsir û ken de,
cîhanê hildigire,
kenê te, di bahozê de vedibe.
Di çavên te de, êş û şahî,
hevsengiyek nazik,
di şevê de dibiriqe.
Mamosteya dengên nerm,
dilan bi awirekê vedike,
di nav giyanan de dikeve.
Amade ye xemgîniyê hilgire,
wek barana nerm
erda hişk xwedî dike.
Bi pênûsê, xewnan bi hev re vedihûne,
her helbestek şewqek e,
di tariyê de dişkê.
Gavên wê, hestên wê, di ronahiyê de dîlan in,
bi hesretê ve hatine nîşankirin,
di rê de dimeşin
ku hêvî ji nû ve şiyar dibe.
Mizgîn: Helbestê bêriya te kiriye.