Kurdistan Elî
Şêrejina kurd MUNA SILÊMAN xelka Gundê Dugirê ye ji Rojavayê Kurdistanê, piranya Jiyana xwe li Şamê derbas kiriye , bi egera kar û pêdawistiyê jiyanê nêzîkî 20 salan ligel Hevjînê xwe û Malbata xwe li Şama paytext dijî, ew koçberî jî Qedera Hejarîya Beşekî miletê Kurd bû , di vê biwarê de di hate zanîn ku ji Sedî Şêst 60% ji karbidestê Şamê kurdbûn , ew Rewşa jiyana sext encama planên Siyaseta Esed û Be’sa Şofinist bû, kû bi rengekê sîstematîk liser Gelê kurd dihate meşandin, digel hemî Astengên Jiyanê, her dîse wekî kurd dijîn perwerde malbatê her kurdewarî bû bi zimanê kurdî bû.
Piştî krîza sûrya kete Qonaxa tundûtîjiyê de , Xatun MUNA ligel zarokên xwe û hevjînê xwe berê xwe dan başûrê Kurdistanê, û li wir li Akrê niştecî bûn û herweha dest bi karê Destneqşê kir weke Rêsana cilûbergên xwedest , Neqş, Tentene, Kampa Akrê derfet dayê kû xuleyên fêrkariya karê xwedest vekê ji keç û jinên deverê re.
Bi hatina Rêkxirawê Navdewletî re Xatun MUNA bi Moralên bilindtir ligel wan alîkarbû , nêzîkî 100 Sed Alên Kurdistanê ligel Alên Dewleta wek Brîtanya, Elmanya, Firansa, Holenda, Belcîka, ….bi destê xwe bi Muhriya neqişand, û weke Diyarî radestî Şandê ewan Dewletan dikir , lê dîse pabenda Çalakiyên xwe yên siyasî bû , û bi Bîrûbawerî tevlî Tora dilsozên Rêbaza Barzanî bû , û Xebata xwe berdewam kir, lê hêjayî gotinêye kû Hevjînê wê Alîkarbû pêre mil bi mil ligel hemî liv û Tevgera wê .
Her ji Berhemê Destê wê Logoyê Partî bi Muhriya neqişand , û liser Mezarê Barzaniyê nemir Diyarî radestî Şêx Xelat Barzanî kir , Îsal Logoyê Tora dilsozên Rêbaza Barzanî liser destê xwe dirist kir û Diyarî radestî Serpereştê Torê : Seydayê Ebdulezîz Muhsin Barzanî kir.
Ev şêrejina kurd Rolek civakî û Hunerî bi nirx û gring li derdora xwe kir, ta bû wek Nimûna Rengê jiyana serkevtî, li devera Akrê , digel kû Jina kurd gelek Nimûnê Xoragiriye û pêşkevtinê pêşkêş kirine , lê ev Nimûne , Dibistana xebata Jina Kurd zengîn tir dikê.
Mil bi mil ligel Jina kurd jibo pêşerojek geş .
Kurdistan Elî / Elmanya – Axin