Hejmara (26) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (26) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê ” Çapemeniya Kaxezî li Sûriyeya Nû” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

“raza serkeftin û domandina her rojname yan kovareke çapkirî, ew e ku polîtîkayên wê yên weşanê divê êşên civakê û kolana Sûriyeyê bidin ber çavê xwe, her wiha bibe dengê azad li hember polîtîkayên zordar an jî dûrxistinê ji aliyê her rêjîm an rêveberiyê ve û bibe amûrek ji bo yekkirina Sûriyên ji etnîk û ol û baweriyên cuda. Her wisa, divê atmosfereke çapemeniya azad hebe ji hemû gelên Sûriyeyê re, bi zimanên xwe yên dayikê (erebî, kurdî, sûryanî û hwd.) destûr hebe ku rojname û kovaran derxînin.

Krîza ku çapemeniya siyasî ya kaxezî li Sûriyeyê tê re derbas dibe, bi awayekî mezin bandorê li erk û misyonên wê yên ku pêwîst e xwedî bandor be li ser raya giştî, dike. Ji ber vê, em bi awayekî zû û cidî hewcedarên çareseriyên lezgîn in, ji bo ku em karibin vê rewşê derbas bikin û çapemeniya siyasî pêş bixin”.

Her wiha di hejmarê de çend nivîsên wêjeyî û çandî ku ji aliyê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn, hene.

Hejmara (26) a kovara Şermola 184 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

pêşekî

– Rojnamegeriya Kaxezî li Sûriyeya Nû .. (Desteya Sernivîskariyê)

Dosyaya Hejmarê (Rojnamegeriya Kaxezî li Sûriyeya Nû)

– Despêka Rojnamegerî û Nivîsîna Kurmancî li Sûriyê.. (Berzo Mehmûd

– Komunîkasyon, Ragihandin û Dîroka Ragihandina Kurdî.. (Beşîrê Mele Newaf)

– Di Serdema Lezbûnê de; Parastina Rojnamegeriya Kaxezî.. (Esma Mistefa)

Hevpeyvîna Hejmarê

– Li gel nivîskar Nêrgiz Ismayîl e (Hevpeyvîner: Aram Hesen)

Lêkolîn

– Ji helbestên Melayê Cizîrî: DÎSA JI NÛ BÊHAL E DIL .. (Diyar Bohtî)

Pirtûk

-Danasîna Romana“Dê û Dêmarî” .. (Siltana Eto)

Wergeradin

– 9 Helbestên Charles Simić .. (Azad Ekkaş)

Huner

-Birîn .. (Xelîl Tehlo)

-Sînemaya Kurdî.. Çeka Aştiyane .. (Hişyar Murad)

Serbest

-Bîrdoziya (teoriya) Nûjen a Wergerê .. (Osman Ehmed)

Çîrok

– Peyv Ji Êşê Herifîn.. (Necah Ibrahîm)

Helbest

– Hindek Tişt Wisa Man, Çimkî Kesî Çi li Ser Negot.. (Cîhad Mistefa)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…