Xewna Ala Hat Xeniqandin

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

                cawekî ji hevrêşim dihûna;

                Li aliyekî rokek pêve didrût û

                                li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

                pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

                mîna ku xak bi bîranîna wan re binale.

Û ji nişkê ve…

Partî ji zikê tozê derbû

neynikek şikestî

                weke rênumayekê bi dest xwe girt û got:

“Emê bi xayinên hundir dest pê bikin”.

Û çû

                Di sîngan de, li nêtan

                Di çavan de, li kutkutandina sawdar

                Û di xewnana de, li ewran

                                                geriya

****

Her fîşekek îmzeyek nû

                li ser peymaneke aştiyê bi dijmin re bû

lê kaxez goşt, û dewêt xwîn bû.

û li pişt perdê

                rêber

                bi pirtika xenceran

                                kevokek dineqişand

                                                                û dikeniya.

**

Di wan şevan de

   wan şevên ku em dibûn xelek û agir di ortê de

Dapîra me çîrok ji me re digotin

                Çîroka gurê ku fêrî girî bû

                Çîroka Binefşa ku bi reh û deyaxa xwe

                                di ruwê bahozê de li ber xwe da..

Digot: Navê me di bahozê de nivîsandî ye

Lê divê em xwe bi kuç û zinaran bigirin

                                da ku watekê bidin hebûna xwe..

Em li ber çîrokên wê di xew ve diçûn û

                em diketin xewna “ka kengî emê mezin bibin?”

Lê gava rêber mezin bû

                Ew çîrok jibîr kirin!

                zû bi zû

                                li çîroka gur

                                li çîroka Binefşê qulupî

                navê xwe yê kurdî binpê kir

                                ew navê ku

                                Dapîrê bi tirs

                                li ber roniya çirake lerzok

                                                 bilêv dikir

                zaroktoya xwe ya bi tayên hêviyan neqişandî

                                                avêt pişt xwe û lê nezîvirî

                û sirûda xwe bi zimanê wan nivîsî

                                zimanê ewên ku dest danîn ser nan û stiranên me!

                                *****

Piştî sîh salî ji jibîrkirina wateyê

Piştî ku peyv di salona bendewariyê de bûn hema vedengek

Di şeva sêyemîn a piştî hilweşîna rastiyê de

rêber ji kortalê derket

ronî ji çavan reviya bû

toza axê li ser eniyê bû

                ne gulîneyên serkeftinê.

destên xwe bilind kirin

                mîna ku mifteyên têkçûna xwe radestî asîmên bike

û bi dengê helbestvanekî sirgûnkirî got:

“Dema lihevhatinê hatiye… De em her tiştî jibîr bikin.”

Lê dîwaran pistepist ezber dikirin

pirtûkxane hatin şewitandin

                bi xweliya wan kepsulên “aştîyê” dagirtin

 zarok fêr kirin ku bêdengî welat e

                û çi kesê bi azadî henasekê bikşîne… xayîn e.

Partiyê fîşekên xwe avêtin neynikê,

                wêne

                                berî ku werin daliqandin

                                                                mirin,

                bîrdank li ser qiraxa sirûdeke çiryayî mir

                û ba bû du beş:

                                beşek bû henase, da em pê bijîn

                                û beşek em pê

                                                bi zimanekî şayîk

                                                                mirina xwe dinivîsin..

                                                *****

Li quncika dîmenê:

Zilamekî bêdêm

                aleke spî ku xwîn jê diniqute

                                                hildigirtiye…

 bi dengekî qedîfe diqîre:

“Em aştî ne, em demokrasî ne, em biratî ne.”

Lê rokê bi mendehoşî birhên xwe bilind kirin

                şehîd ji bin axê girnijîn û gotin:

“Ev ne rêber e…

                Ev têla ku dijmin cilên xwe li ser radixin

                                û hîna bêhna wî ne çikiyaye.”       

                                *****

Di dawiya xewnê de

zarokê tirsgirtî kulîlkek

                di devê lûla tifingê de dît…

                                                û giriya.

Ne ji ber ku tê negihişt giriya

lê ji ber ku tirs ji xewnê zelaltir bû.

                                ******

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…