Helbest u pexşan

Di nav Xêzên Bêranînên de…

Yusra Zibêr

 

Bi pênûsa xwe ya nenas binivîsînim

Xêzên winda li jiyanê birêsînim

Armancên dûr tev keseran  bihûnînim

Li asoyan tîpên nexwya bi civînim

Rewşa tarî ji jiyana xwe dûr xînim

Demên bûrî dev sawêran binerxînim

Hêdî hêdî pêlê derya bi hejînim

Xêzên winda dinav pêlan ez bixwînim

Li ser ewran tarîka reş ez hilînim

Bi xum xuma dengê tavan ez birînim

Li bahoza demên bûrî bi meyzînim

Belge namên evîndarîyê bi lerzînim

Li beyaban germa rokê hilweşînim

Sawêran li pêlê derya pireşînim

Belkî şînahiya demê lê biçînim

Bi pêdarî xêzên jînê lê bijîim

Pahozê bi baweşînê dûrbixînim

Pêlê derya bi aramî bi lorînim

Di sîbera xewnên xwe de ez bimînim

Xêzên pênûsa xwe herdem aferînim

Ewr û tavan ji jiyanê dûr bixînim

Hêvî û omîdê winda bi civînim

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…

Kobanî

Helbest: Rewan Oso Kobanî, dîtina te tevdana birînan e, Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e… Dema herikîna hêsiran, Xak…